Yekitî li ser me hemûyan ferz e

Pêncşem 17 Nîsan 2025 - 03:15

ROZA METÎNA / AMED

Hevberdevkê Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk têkildarî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê diyar kir ku hevdîtin bi awayekî erênî hatine pêşwazîkirin û got:"Divê em yekitiyê ava bikin, yekitî li ser me hemûyan ferz e. Yekitî hêviya Ehmedê Xanê ye, yekitî wesiyeta Qazî Mihemed e, yekitî şîreta Cegerxwîn e, yekitî doza Seyîd Rıza û Şêx Seîdê kal e."

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" de her wiha ji bo xurtkirina yekitiya Gelê Kurd di navbera 25-29’ê Adarê de serdana Başûrê Kurdistanê kirin. Hevberdevkê Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk jî di nava heyetê de cihê xwe girt. 

Hevberdevkê Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk têkildarî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê nirxandin kir.

Xwestin li dora bangê bicivin 

Berdan Ozturk di destpêkê de bal bir ser armanc û sedema hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê û wiha got:"Heyeta me ev cara 2’yemîn bû ku li Başûrê Kurdistanê hevdîtin pêk anî, hevdîtîna berê bi sînor bû lê ev hevdîtîna me berfirehtir bû. Me di vê hevdîtina dawî de bi gelek partiyên siyasî, saziyên sivîl, rojnameger, nunerên ol û rewşenbîran re civîn pêk anî. Naveroka hevdîtin û civînan jî helbet banga birêz Ocalan, peyama wî ya sedsalê bû. Bingeha banga birêz Ocalan aştî û demokratîkbûna civakê bû. Ti civak homojen nînin lê aştî, aramî û demokrasî daxwaza her civakê ye. Ên ku li dijî vê yekê bin aştî û aramiya civakê naxwazin, tenê desthilatdariya xwe, berjewendiyên xwe yên sîyasî  û aborî diparêzin. Banga birêz Ocalan ji bo hemû aliyên civakê bû, me jî xwest ku li dora vê bangê bi hemû aliyên civakê yên Başûrê Kurdistanê re li hev bicivin û bi hev bişêwirin; têkiliyên xwe xurt bikin, kêmasiyên xwe li ber çavan raxin li gor vê yekê li her parçeyên Kurdistanê stratejiyeke hevpar ava bikin. Bi kurtasî  em bi hev şêwirîn."

Berî herin Başûr hevdîtin kirin 

Berdan Ozturk da zanîn berî herin Başûr hinek hevdîtin pêk anîne û wiha pê de çû:"Beriya ku em biçin Başûr me li Amedê Newrozeke bi heybet pîroz kir. Bi vê coş û kelecanê em bi partiyên siyasî, bi saziyên sivîl, bi rewşenbîr û rojnamegeran re ketin têkiliyê, me bi KNK’ê, waliyê Silêmaniyê, bi serokkomar re, bi Hereketa Goran, Helwest, Bereyî Gel, nûnerên baweriyan re hevdîtin pêk anî." 

Yekitî li ser me hemûyan ferz e

Berdan Ozturk girîngiya yekîtiya neteweyî ya gelê kurd wiha şîrove kir:"Weke ku tê zanîn di ser peymana Lozanê de 100 sal derbas bûn. Di vê peymanê de hebûna nasnama gelê Kurd, hebûna axa Kurdistanê hate înkarkirin. Helbet hêzên navnetewî li gor berjewendiyên xwe tevgeriyan û ev peyman îmze kirin. Lê mixabin di wê demê de gelê Kurd ji bo statuyekê bi dest bixe, ji bo berjewendiyên xwe yên netewî yekitiyek ava nekir. Ji ber vê yekê jî gelê Kurd li Lozanê nehat temsilkirin an jî ji aliyê 'Kurdên meqbûl' ên dewletê ve temsiliyeta gelê Kurd hate astengkirin. Ji bo parastina destkeftiyên xwe jî tiştê herî girîng yekitî ye. Divê em yekitiyê ava bikin, yekitî li ser me hemûyan ferz e. Yekitî hêviya Ehmedê Xanê ye, yekitî wesiyeta Qazî Mihemed e, yekitî şîreta Cegerxwîn e, yekitî doza Seyîd Rıza û Şêx Seîdê kal e."

Kelecan û hêviyeke xûrt hebû

Berdan Ozturk bi lêv kir ku ji bo hevdîtinan li Başûr jî helwesteke baş hatiye nîşandan û wiha got:"Kelecan û hêviyeke xûrt hebû, bandora banga sedsalê ya li her sê parçeyên dinê yên Kurdistanê meraqa her kesî bû. Hevdîtinên me di atmosfereke wisa germ de derbas bûn ku her kesî digot çima berê jî hevdîtinên bi vî rengi pêk nehatine. Aktorên siyasî yên ku me bi wan re hevdîtin pêk anî bal kişandin ser girîngiya yekitiyê." Ev hevdîtin di çavçorveya banga Aştî û Civaka Demokratîk de pêk hat. 

Bang rêya azadiya gelên bindest e

Berdan Ozturk têkildarî girîngiya banga "Aştî û Civaka Demokratîk" jî wiha got:"Ev bang, banga avakirina pêşerojeke azad a hevpar e, ev bang rêya çareseriya pirsgirêka Kurd, rêya azadiya gelên bindest, rêya parastina nasnameyên ku hebûna wan hatiye înkarkirin e. Ev bang  rêya xelasbûna ji xizaniyê, rêya jiyaneke wekhev a hevpar e. Helbet desthilatdar û dewletên yekperest ên ku cudahiyên civakê qebûl nakin, ji bo parastina berjewendiyên xwe dibe ku armanca vê bangê sabote bikin, dibe ku xebatên di vî warî de asteng bikin lê ne tenê gelê Kurd hemû der dorên ku demokrasiyê, azadiyê, aştî û wekheviyê diparêzin divê xwedî li vê bangê derkevin da ku pêşerojeke azad bê avakirin."

Dixwazin berê gelê Kurd bidin hev

Berdan Ozturk bi lêv kir ku yekitî wê dawiyê li polîtîkayên qirêj bîne û wiha got:"Îro li Rojava û li Herêma Kurdistanê dixwazin di nav gelê Kurd de nakokiyan derxin, berê gelê Kurd bidin hev. Dema partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê bi hev dişêwirin piştgiriya hev dikin, êriş li wan tên kirin. Ji hêviya avakirina yekitiya me ditirsin. Îro dixwazin ji cudahiyên me sûdê wergrin. Heger yekitî pêk were ti hêz nikare li ser parçebûna gelê Kurd politikayên qirêj pêk bîne."

Wê Rojava bibe mînaka aştiyê 

Berdan Ozturk da zanîn wê yekitiya gelê kurd bandorê li Rojhilata Navîn jî bike û wiha bi dawî ki:"Îro li Rojava jiyaneke wekhev a hevpar hatiye avakirin, her çiqas êriş lê bê kirin jî, gel û baweriyên cuda bi nasnameyên xwe, bi rengên xwe hêviya jiyana azad xurt dikin. Ji bo ku li Sûriyeyê şer û pevçûn bi dawî bibin, modela ku li Rojava pêk tê divê li hemû Sûriyeyê pêk were. Avakirina yekitiyê wê Rojava biparêze û wê Rojava bibe mînaka aşitî û azadiya gelên bindest ên li Rojhilata Navîn."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.