Banga Rêber Apo ji bo her kesî ye
Pêncşem 17 Nîsan 2025 - 03:50
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku di mijara pêvajoyê de daxuyaniyên erênî têne dayin, lê belê gavên pratîkî nehatine avêtin û got:"Banga Rêber Apo ji bo her kesî ye. Lê belê herî zêde li hêzên civaka demokratîk ên Kurdistanê û Tirkiyeyê bû."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ji televîzyona Medya Haber TV re axivî û têkildarî asta heyî ya pêvajoyê nirxandin kir. Hevpeyvîna bi Dûran Kalkan re bi vî rengî ye:
Beriya her tiştî ez berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Mixabin li Îmraliyê tecrîd dewam dike. Ti agahiyek ji me re nehatiye ku guhertineke cidî lê hatibe kirin. Weke ku we jî got meh û nîvek di ser re derbas bû. Halbûkî Rêber Apo bangeke dîrokî kiribû ku her kesî silav kir. Dihate hêvîkirin ku li ser vê yekê pêşketinên pratîkî bêne kirin, guhertin bêne kirin. Lê belê rewşeke bi vî rengî nîne. Li Îmraliyê tecrîd dewam dike, sîstema tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê dewam dike. Rêber Apo nebû xwedî şert û mercên jiyana azad û karê azad. Hatibû gotin ku wê di nava hefteyekê de wê ev yek pêk bê. Me jî di bernameya derbasbûyî de ev yek got, bal kişand ser. Lê belê ti guhertin nebû. Heta niha li vê qadê rewşeke cidî nîne.
Daxuyaniya Rêber Apo ya ku bi sernavê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku di 27'ê Sibatê de hate kirin, bi rastî jî xwedî naverokeke kûr, bangeke dîrokî bû. Gelekî bi wate bû, bi bandor bû. Bandor li her kesî kir. Bi qasî ku tê dîtin li ser piraniyê bandoreke erênî kir. Hinek jî bi neyînî jê bandor bûn, li ber rabûn. Her wiha hinek rabûn bi rengekî giran sûcdar jî kirin. Lê belê bi giştî bandor li her kesî kir. Bandora erênî herî zêde bû. Çima? Ji ber ku bangeke welê bû ku her kesî nikarîbû bikira, bangek bû ku her kesî nikarîbû bida ber çavên xwe. Gavek bû ku her kesî nikarîbû biavêta. Rêber Apo ev gav avêt. Me di 1'ê Adarê de daxuyanî da, helwest nîşan da, ji bo pratîkkirina wê me agirbest ragihand.
Em nizanin. Daxuyaniyên têne dayin dibêjin ku mijûlkirin nîne. Lê belê hîn gotin e. Dema ku pratîka wê hate dîtin, hingî tiştek dikare bê gotin. Bêyî pratîkê, gotin têrê nake. Li gorî gotinê em nikarin tiştekî bibêjin. Hevdîtin girîng e, daxuyanî jî girîng e, em hêvî dikin ku wê pratîka wê jî bê, dewama wê jî bê, bikeve pratîkê, ji aliyê pratîkê ve naveroka wê dagire biçe encamê, çareseriyê biafirîne. Lê belê raya giştî, bi taybetî jî raya giştî ya Kurd, raya giştî ya demokratîk, jin, ciwan divê bi vê zanibin, ev hemû hîn di asta gotinê de ne, di asta hêvî û bendewariyê de ne. Divê weke ku pêk hatiye neyê dîtin. Dibe ku têgihiştineke şaş jî be. Dibe ku li pişt wê şerê taybet jî hebe. Em neçar in ji her alî ve lê binerin. Em nikarin xwe bixapînin. Divê em bi baldarî nêzîk bibin, piralî binirxînin bi rengekî rast binirxînin. Hewldanên ku van gotinên me piştrast dike jî hene.
Tiştê em ji bo wan bibêjin girîng e. Rêber Apo bi gotina 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' pêvajo pênase kir. Aştî tê wateya lihevkirina du aliyan. Bidawîkirina şer e, lihevkirin e. Lê belê ya esasî civaka demokratîk e. Ji bo karibe bi vî rengî bibe divê civaka demokratîk bi pêş bikeve. Garantî û afirîneriya serketina aştiyê civaka demokratîk e. Lewma aliyê civaka demokratîk ê vî karî gelekî girîng e. Hêzên azadî û demokrasiyê, bi giştî jî hêzên civaka demokratîk divê zanibin ku di vê mijarê de xwe bi rengekî azad û îradeyî biafirînin, hebûna xwe nîşan bidin. Banga Rêber Apo ji bo her kesî ye. Bang li desthilatdariyê jî kir, muxalefetê jî kir, li hemû hêzên cîhanê kir. Lê belê herî zêde li hêzên civaka demokratîk ên Kurdistanê û Tirkiyeyê bû. Li jin û ciwanan, li karker û kedkaran, li hunermend û rewşenbîran, li hêzên demokratîk û sosyalîst bang kir. Azadiya Kurd jî demokratîkbûna Tirkiyeyê jî wê ji aliyê van hêzan ve bê afirandin. Hêzên ku bibin garantiya azadî û demokrasiyeke bi vî rengî ev hêz in.
Dokûmantera li ser dîroka Kurd û têkoşîna azadiyê belê dokûmanterek li ser dîroka PKK'ê û rastiya Rêber Apo ye. Du beş hatin weşandin, balê jî dikişîne. Karekî girîng e, karekî hînkirinê ye. Ji bo pêvajoyê jî girîng e, qut nîne. Her kes Rêber Apo û PKK'ê nîqaş dike. PKK çi ye, rastiya Rêber Apo çi ye, dokûmanter xwedî naverokeke girîng e.
NAVENDA NÛÇEYAN