Îrfan Dayioglû jiyana xwe ji dest da

Pêncşem 17 Nîsan 2025 - 03:25

Siyasetmedarê Kurd, nivîskar û aktîvîstê Elewî Haydar Îrfan Dayioglû 16'ê Nîsanê li herêma Bretagne ya Fransayê jiyana xwe ji dest da. Dayioglû salek berî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ji Tirkiyeyê koç kiribû û derketibû derveyî welêt. Ji sala 1982'an û vir ve weke penaberê polîtîk li Fransayê dima. Dayioglû jiyana xwe da têkoşîna şoreşger, lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd û rêxistiniya civaka Elewî. Dayioglû zewicî bû û bavê zarokekê bû. Di weşanên Cephe, Toplûmsal Kûrtûlûş û Berxwedan de nivîs nivîsî, li çapemeniya Kurd ên weke Ozgur gundem û Ozgur Polîtîkayê jî nivîskarî û nûçegihanî kir.

Di navbera salên 1996 û 2003'an de li Federasyona Elewiyan a Kurdistanî wezîfeya rêveberiyê kir. Di dema dawî ya kovara Zulfîkar û salên destpêkê yên kovara Semahê de derhêneriya weşana giştî kir. Di heman demê de weke nûnerê Yekîtiya Elewiyan a Kurdistanê du deman endametiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kir. Di Medya TV de salekê derhênerî ji bernameya 'Alevî Erkani' re kir. Li gel Îbrahîm Yalçin pirtûka bi navê 'Rêxistinek - Jiyanek / Mehmet Koç' nivîsî û tevkariyeke girîng li dîroka têkoşînê kir. Îrfan Dayioglû mohra xwe danî binê pirtûkek bi navê 'Sekna Serbilind'.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.