Têkoşîna azadiya Efrînê

Çarşem 19 Adar 2025 - 03:10

Di ser dagirkirina Efrînê re 7 sal derbas bûn. Di vê berxwedanê de ku weke Berxwedana Serdemê hate pênasekirin, 150 şervanên leheng ên YPJ'ê canê xwe feda kirin û bûn meşaleya azadiyê. Têkoşîna ji bo azadiya Efrînê bi berxwedana gel dewam dike.

Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên giran ên hewayî birin ser Efrînê û dest bi operasyona dagirkirinê kirin. Ji hewayî û bejahî ve bombardûmaneke giran kirin. Li pêşberî van êrîşan li ku pêş çavên cîhanê dihatin kirin, şervanên YPJ û YPG'ê bi wêrekî û ruhê fedaî li ber xwe dan û têkoşîneke destanî kirin. Gelê herêmê jî li gel şervanên xwe mil bi mil bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî 58 rojan bê navber li ber xwe da.

Bîranînên vê berxwedanê bûn mijar ji pirtûkan re û derbasî nava rûpelên dîrokê bûn. Wê demê ji çar aliyên Rojava gel bi konvoyan berê xwe da Efrînê ji bo piştgiriyê bide şervan û gelê Efrînê. Efrîn bû yek ji navendên herî xurt ên yekîtiya gelan. Di dema vê berxwedanê de ji çar aliyên welêt û ji derveyî welêt bi sedan ciwan bûn leheng. Bi sedan şervan ji gelên cuda xwe gihandin Efrînê, tevlî têkoşînê bûn, xwişk û biratiya gelan temsîl kirin û gihîştin asta şehadetê.

150 şehîdên YPJ'ê di oxira azadiyê de bi xwîna xwe ev berxwedan pêk anîn. Ew bûn sembola têkoşîna jinê ku jiyaneke bê welat û bê azadî qebûl nake. Ew bûn şervanên bi rûmet ên gelekî welê ku hîn jî bi hêviya vegera li welatê xwe têdikoşe.

Têkoşîna ku ji 18'ê Adara 2018'an û vir ve ji bo azadiya Efrînê tê kirin, bi berxwedana gelê me dewam dike. Wê rojê dibe ku Efrîn bi temamî ketibe bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, lê belê ji wê rojê heta îro Berxwedana Serdemê di qonaxa duyemîn de dewam dike û her roj hîn xurt dibe. Şervanên YPJ, YPG û QSD'ê bi berxwedana xwe û têkoşîna bi biryar a gel nîşan dide ku rojên azad nêzîk e.

ANF/ QAMIŞLO  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.