2 çete û leşkerek hatin kuştin
În 7 Adar 2025 - 00:50
QSD’ê da zanîn ku artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê duh jî li Tişrîn û Qereqozaqê gelek êriş kirine û di berxwedana wan a li hember êrişan de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker û herî kêm 2 çete hatine kuştin. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên pêr agahî dan:“Eniya başûrê rojhilatê Minbicê; şervanên me roja çarşemê li gundewarên bakurê bendava Tişrînê droneke xwekuj a çeteyên dewleta Tirk a dagirker xist. Her wiha li dijî komeke çete ya amadekariya êrişekê dikir, çalakî li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin. Di heman demê de artêşa Tirk avahiyên bendavê û derdora wê bi obîsan topbaran kirin. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.
Eniya Dêr Hafirê; şervanên me hewldaneke çeteyan a ketina eniyê têk bir û çeteyek hat kuştin. Yekîneyên Şehîd Harûn jî li stargehên çeteyan da, lê hejmara kuştî û birîndarên wan nehatin zanîn.
Eniya rojavayê Kobanê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker mezreya Munîr Hebîbî bombebaran kir. Di encamê de zirar li bax û baxçeyên sivîlan bûn. Balafirên keşfê yên Tirkiyeyê li ser herêmê digeriyan.
Eniya Qereqozaqê û başûrê Kobanê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Xeseq û Melha yên başûrê Kobanê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê zirarên madî çêbûn. Di heman demê de gundên Melha, Xeseq, Dîkan, Bîr Hiso, Cada, girê Sêvê, Sina, Tîna û pira Qereqozaqê bi obîs û moşekan topbaran kirin. Li hemberî van êrişan jî hêzên me li girê Qereqozaqê çalakî li dijî komên dagirkerên Tirk û çeteyên wê li dar xist. Bi qasî hate tesbîtkirin leşkerekî Tirk hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN