QSD’ê bersiva komkujiyê da

Çarşem 19 Adar 2025 - 00:34

Şervanên QSD’ê li dijî komkujiya li gundê Berxotanê rêzeçalakî li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin. Di encama çalakiyan de gelek çete hatin kuştin an jî birîndar bûn. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên bersivdayînê yên şervanan de, ev agahî parve kirin:"Dewleta Tirk a dagirker piştî komujiya ku şeva yekşemê li gundê Berxbotanê li dijî malbatekê pêk anîbû ku di encamê de jin û zarok di nav de, 9 kes şehîd bûn û du kesên din bi giranî birîndar bûn, êrişên xwe yên dijminane li ser herêmên cuda berdewam kirin. Hêzên me ku bi çalakiyan bersiva komkujî û êrişan dan, li baregeh û kozikên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xist.

Eniya Qereqozaqê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker roja duşemê gelek caran gundên Xeseq û Tînayê bombebaran kirin. Di heman demê de gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, Sinaa, xaçerêya Sirînê û girên Sêvê û Qereqozaqê bi obîsên giran, tank, roket û hawanan topbaran kirin. Deverên navborî bi zêdetirî 80 guleyan hatin hedefkirin û di encamê de zirarên mezin gihaştin mal û milkên sivîlan. Şervanên me ku bersiva komkujiya li gundewarê Kobanê û êrişên din da, çalakiyek li baregehên dagirker û çeteyan ên li eniya rojavayê Pira Qereqozaqê li dar xist. Di encamê de zirarên mezin lê bûn; lê hejmara kuştî û birîndarên çete û dagirkeran nehat tesbîtkirin. Piştî vê çalakiyê, şervanên me li eniya başûrê rojavayê pirê çalakiyeke din li dar xist. Di çalakiyê de cîhazek û qaîdeya radarê ya dewleta Tirk a dagirker hatin rûxandin û zirarên mezin li baregehê bûn. Her wiha kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn. Dagirker û çeteyan ji wan baregehan êrişî gundên derdora pirê dikir ku di encamê de sivîl şehîd dibûn û zirar li mal û milkên wan dibûn.

Hemwextî çalakiyên bejahî, Yekîneyên Şehîd Harûn 4 çalakiyên hewayî yên serketî li dijî nuqte û kombûnên dagirker û çeteyan kirin. Di encama her çar çalakiyan de derb li nuqte û kozikên çete û dagirkeran hatin xistin. Lê agahiyên der barê windahiyên çete û dagirkeran de nehatin zanîn.

Eniya Bendava Tişrînê; dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsên giran êrişên xwe li ser derdora bendavê berdewam kirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn. Di saetên destpêkê yên sibehê de, çeteyan êrişî nuqteyên hêzên me yên li gundewarên bakurê bendavê kir. Hêzên me jî li dijî kombûnên wan çalakiyek li dar xist. Bi qasî hat tesbîtkirin di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 2 çete birîndar bûn. Hêzên me li gundewarên başûrê bendavê çalakiyeke din li dijî kombûna çeteyan li dar xist û hin çete birîndar kirin, lê hejmara wan nehat zanîn.

Eniya Eyn Îsayê; dagirker û çeteyan careke din bi obîsên giran li gundê Bîr Ereb malên şêniyan kirin armanc. Di saetên piştî nîvro de jî, gundê Ebû Sira bi obîsên giran bi dijwarî hat topbarankirin. Di encama topbaranê de zerar li mal û milên şêniyan bû. Çeteyên dagirkeriyê hewl da ji aniyê gundê Bîr Ereb ê bakurê Eyn Îsayê êrişî hêzên me bikin, şervanên me bi çalakiyekê êriş têk bir. Encamên çalakiyê nehatin zanîn.

Balafirên bêmirov ên dagirkeran di tevahiya rojê de li ser Eyn Îsa û Kobanê geriyan."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.