Ji nameyên we moralê digre

Pêncşem 17 Nîsan 2025 - 03:30

Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznur Deger ku di 7ê Sibatê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di serdegirtina mala wê de hatibû binçavkirin, piştre hat girtin. Oznur Değer di 26'ê Sibatê de ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzincanê hat kirin. Oznur Deger, ku heftane carekê bi telefonê bi malbata xwe re diaxive, binpêkirinên mafên mirovan vegot. Oznur Deger got ku daxwazên ji bo çûna nexweşxaneyan nayên bicihanîn û daxwazên ji nexweşxaneyan re dereng tên bersivandin û derman jî nayên dayîn. Oznur Değer, ku diyar kir ku daxwazên wan ên ji bo guhertina odeyê nehatine bicîhanîn, got:"Mafên me yên sohbetê nayên naskirin, ev rewş demek pir dirêj e berdewam dike û dema ku em vê pirsgirêkê tînin ziman, em tu bersivekê nagirin. Bi ser qawişan de digirin û lêgerîn tên kirin. Daxuyaniyek li ser televîzyonê wekî hincet ji bo serdegirtina beşên me tê bikaranîn. Serdegirtin bi awayekî provokatîf têne kirin. Nameyên ku ji me re têne şandin nayên radestkirin û nameyên ku em ji derve dişînin an dereng têne şandin an jî qet nayên şandin." Oznur Değer, ku diyar kir ku nameyên ku girtiyan ji Rêber APO re şandine, nehatine radestkirin, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê ji bo neşandina nameyan wekî "Ew moralê ji we digre" nîşan daye. Oznur Deger got:"Tu mafên me yên qanûnî nayên naskirin. Ev binpêkirin demek dirêj e li girtîgehê didomin." Oznur Deger her wiha got ku wê ji bo hevdîtina bi Rêber APO re serî li Wezareta Dadê daye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.