Xirakirina goristanan bê exlaqî ye
În 11 Nîsan 2025 - 03:35
Jinên li bajarê Kobanê û kantona Dêrazorê yên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê kiryarên çeteyên dagirkeriya delweta tirk li ser goristanên pakrewanan a bajarê Minibica dagirkirî bi tundî şermezar kirin. Necme Elî ku ji bajarê Minbicê ye û ji ber dagirkeriya dewleta tirk derbasî Kobanê bûye, wiha dibêje:“Çeteyan mal û milkên me wêrankirin, herî dawî jî goristanên pakrewanên me talankirin. Ev kiryar pîvanên çeteyan yên bê exlaq û wîjdanî nîşan dide. Goristana şehîdan ji bo me cihekî pîroz e ku cangoriyên parastin û rizgarkirina Minbicê lê dimînin. Ev binpêkirinên li Minbicê pêk tên, ji aliyê olî û qanûnên navdewletî ve nayê pejirandin ku ev ne cara yekemîn e. Beriya wê goristanên Efrînê jî xirabkirin, ev çete lingê xwe davêjin ku derê wir talan dibe.”
Xerakirina goran nayê qebûl kirin
Necme Elî diyar kir ku divê gelê Minbicê êrîşên li ser pîroziyên xwe qebûl nekin û got:“Zordarî û binpêkirinên gelek mezin li Minbicê û hemû herêmên dibin dagirkeriya dewleta tirk de, pêk tên. Dewleta tirk bi perwerdekirin û destekdayîna van çeteyan, hemû erdîngariya Sûriyê xirab dike û heta niha jî berdewam dike. Divê gelê Minbicê di mijara xirabkirina gorên zarokên xwe de bê deng nemînin.” Endama Meclîsa Jin ya Kongreya Îslama Demokratîk li kantona Firatê Zerge Mislim jî wiha dibêje:“Bi taybet ev yek di sureta Îsra de tê teqez kirin ku xwedayê yezdan cihê însan çiqas bilind digre dest. Bi taybet jî şehîd ku li gel xweda qedrê wan yê herî bilind e, gelek gunehe ku gorên wan werin xirabkirin. Ev binpêkirin bi tu awayî jî nayê pejirandin û divê hesabê wê jî were dayîn. Ez teqez dikim, ev çete temsîla Îslamê nakin û xwe ji pîvanên mirovî tecrîd dikin.”
Em hêza xwe ji şehîdan digrin
Endama Meclîsa Malbetên Şehîda ya kantona Dêrazor Rena Mehî El-Dîn jî got:"Bi awayek hovane hemû tişt û bîranînên pakrewanan tune dikin. Goristan dibin hedefa êrîşên ku nayên efûkirin. Bi van kiryaran heqretê li fedekariyên wan ên mezin tê kirin û tu rêzê ji nirxên mirovî û olî re nagirin. Ji bo rawestandina van êrîşan divê her kes tevbigere û bi lez van kiryaran rawestînin." Endama Meclîsa Malbetên Şehîdan ya kantona Dêrazorê Felek Osman kiryar jî got:"Kiryarên çeteyan wê îradeya me lawaz neke. Em îrade û hêzên xwe ji pakrewanan digrin. Li dijî kiryar û wêrankirina goristanên pakrewanan em têkoşîn û soza xwe bi pakrewanan re nû dikin ku em ê tola wan hildin."
NÛJINHA