Divê pêngava azadiyê bê mezinkirin

Pêncşem 17 Nîsan 2025 - 03:20

Girtiya siyasî Suheyla Taş têkildarî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo wiha got:"Tiştê divê bê kirin divê pêngava azadiyê bê mezinkirin. Em bi hev re heqîqeta ku Rêber Apo qêriyaye, biqîrin."

Di 1’ê Cotmehê de serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li meclîsê bang kir û piştî vê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan dest pê kir. Ji bilî serdanên malbatê sê hevdîtinên siyasî li Îmraliyê hat kirin û 27’ê Sibatê de banga Sedsalê hat kirin. 

Girtiya siyasî Suheyla Taş a li girtîgeha jinan a Sîncanê girtiye der barê bangê de axivî. 

Suheyla Taş derbarê banga hatiye kirin de wiha got: “Min di alî polîtîk de ev hîs kir; PKK cihê xwe ji siyaseta demokratîk a nû hawirek hiqûqî re dihêle. Pêvajoya em tê de ne û asta dîrokî vê ferz dike.”

Suheyla Taş nirxandina xwe wiha berdewam kir: "Di civakê de koletiya jinê ya herî bi kok e. Rêber Apo yekemîn sosyalîstê ku koletiya jinê di alî dîrokî û civakî de xwendiye. Rêber Apo di vê mijarê de rêberê ewil ê sosyalîst e. Hîmê paradîgmaya modernîteya demokratîk azadiya jinê esas digire. Têkoşîna rizgariya jinê gelek watedar e.”

Suheyla Taş der barê pêvajoyê de jî nirxandina xwe kir û da zanîn ku manîfestoya dawî ya ku Abdullah Ocalan nivîsiye tekabulê astek nû dike û ev tişt anî ziman: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber apo pêngavek mezin hat destpêkirin. Tiştê divê bê kirin divê pêngava azadiyê bê mezinkirin. Em bi hev re heqîqeta ku Rêber Apo qêriyaye, biqîrin.”

JINNEWS/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.