Rûxandina goristanan bêexlaqî ye

În 4 Nîsan 2025 - 03:05

Jinên li Helebê yên bertek nîşanî rûxandina goristanên pakrewanan dan wiha gotin:"Rûxandina goristanan bêexlaqiya herî mezin e."

Dewleta tirk û komên girêdayî wê piştî Minbic kir bin kontrola xwe gelek kes hatin kuştin, revandin û êriş li nirxên şêniyan hat kirin. Herî dawî jî êriş birin ser goristanên pakrewanan ên li Minbicê. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê û gelek kesan nerazîbûna xwe li heber rûxandina goristanên pakrewanan nîşan dan. 

Jinên li Helebê jî bertek nîşanî vê yekê dan û gotin:"Îro divê li ser van mijarana bê rewastandin û hesab ji wan bê pirsîn. Divê desthilata Şamê li ser van kiryaran raweste."

Li Efrînê jî goristan hat xerakirin

Ji Rêveberiya Meclisa Malbetên Şehîdan a bajarê Helebê Remziya Salih ev kiryar şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Di sibeha cejna Remezanê de hemû malbatên me yên pakrewanan berê xwe didin goristanên pakrewanên xwe û êşa xwe bi zarokên xwe re parve dikin. Lê di sibeha yekem a cejna Remezanê de bi bûyerek bi êş carek din êşa malbetan nû bû. Çeteyên dewleta Tirk hemû goristanên nemiran rûxandibûn, lê belê ev ne cara yekem e ku goristanên nemirên me tên rûxandin. Li bajarê Efrîn li Şehbayê jî goristanên nemiran hatin xera kirin. Hestiyên nemiran li Efrînê ji bin axê hatin derxistin."

Rûxandina goristanan bêexlaqî ye 

Di dirêjiya axaftina xwe de Remiziya Salih da zanîn ew vê êrişî tu carî qebûl nakin û wiha pê de çû:"Ev çete hov in û kiryarên ku didin meşandin derveyî rêzên mirovî ne. Rûxandina goristanan bêexlaqiya herî mezin e. Bi van kiryaran bi destê xwe dihêlin însaniyet ji wan bêpar bibe. Ma heta kengî wê ev kiryar bên berdewamkirin? Ma heta kengî wê ev dewlet li hember van kiryarên hov di bêdengiya xwe de bi israr bin ?

Divê li se kiryaran bê rawestandin

Di heman demê Endama Meclisa Malbetên Şehîdan Nisrîn Cimo jî bi lêv kir ku divê desthilata Şamê li ser van kiryaran raweste û wiha got:" Goristanên ku hatine xerakirin ên zarokên me ne. Em van kiryaran napejirînin, ev kiryar li Efrînê hatin kirin li Şehba û Minbicê îro tên dubarekirin. Îro divê li ser van mijarana bê rewastandin û hesab ji wan bê pirsîn. Divê desthilata Şamê li ser van kiryaran raweste."

JINNEWS/HELEB/MÎDYE MIQTED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.