Em dixwazin wî bibînin

Pêncşem 17 Nîsan 2025 - 03:35

Rêber APO, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de ne, di 31'ê Adarê de bi boneya Cejna Remezanê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Biraziyê Rêber APO Omer Ocalan di hevpeyvîna xwe ya 7'ê Nîsanê de, naveroka hevdîtinê vegot. Rêber APO ku di hevdîtinê de pirsa Xelfetiyê kir, der barê malbatên Atmaca, Kumral û Sariçîçek ên li Taxa Cibînê ku dibistana seretayî lê xwendibû agahî girt û silav ji wan re şand. Cibîna ku berê gundekî ermeniyan bû, niha jê re dibêjin Saylakkaya. Gundekî ku di dema qirkirina ermeniyan de hatiye wêrankirin. Malbata Sariçîçek ku kalê wan ê mezin Molla bûye, di dema qirkirina ermeniyan de 7 keçên ermenî yên ji Cibînê di axurê xwe de vedişêre û wan xelas dike. Zarok ji aliyê gundiyan ve tên mezinkirin. Ev çîrok hê jî li herêmê tê gotin. Ev helwesta li dijî neheqiyê bû sedem ku malbata Sariçîçek bê naskirin. 

Gelek zilm li malbatê hate kirin 

Rêber APO beşek ji zarokatiya xwe bi malbata Sariçîçek re derbas kir. Malbata Sariçîçek malbateke ku di qonaxên destpêkê yên têkoşîna azadiya kurd de cih girtiye û berdêlên giran daye. Endamên malbata Sariçîçek ku ji Mahsum Korkmaz (Fermandar Egît) heta Hakî Karer gelek şoreşgeran li mala xwe ezimandine, bi vê hincetê gelek caran rû bi rûyê êşkence, binçavkirin û girtinê bûne. Malbata Sariçîçek a ji 11 kesan pêk tê, 7 kur û 2 keç, piştî salên 1980’yî ji ber zilma dewletê yek bi yek neçar man koçî Elmanyayê bikin. Yek ji wan kesên ku herî zêde dema xwe bi Rêber APO re derbas kiriye Seher Sariçîçek (101), dayika hevrêyê Rêber APO Huseyîn Sariçîçek e. Seher Sariçîçek her çiqas ji ber nexweşiya Alzheimer gelek tiştan ji bîr bike jî, hê jî Rêber APO jê re dibêje "kurê min Apo" tê bîra wê. Seher Sariçîçek anî ziman ku tizbiya ji Rêber APO re çêkiriye hilaniye û hezkirina xwe ya ji bo Rêber APO anî ziman. 

Azadiya wî dixwazim 

Seher Sariçîçek a ji aliyê dayika xwe ve ji Rojavayê Kurdistanê ye û ji aliyê bavê xwe ve jî Albanî ye, diyar kir ku her cara ku Rêber APO hatiye Cibinê her tim hatiye mala wan û got:"Ji Apo dipirsîn çima herî zêde tê mala me, ew jî berê xwe dida min digot 'A li ser soza xwe ew e.' Tim li mala me bû." Seher Sariçîçekê anî ziman ku dema silava Rêber APO bihîstiye ew gelekî kêfxweş bûne û got:"Dema Apo dihat gundê me, serê sibê ciwanan kom dikir, dianî mala me û heta êvarê bi wan re diaxivî. Wê demê hîn rêxistinek ava nekiribû. Berê di her hevdîtinê de silav dişandin. Me qet ji bîr nake. Me pir hez jê dikir. Em hîn jî hez jê dikin." Seher Sariçîçekê xwest ku Rêber APO azad bibe û wî bibîne.

MA/CEYLAN ŞAHÎNLÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.