3 çete hatin kuştin 6 dron têkçûn

Sêşem 25 Adar 2025 - 03:35

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên dagirkeran û çalakiyên bersivdayînê yên şervanan eşkere kir. Daxuyanî wiha  ye:"Çeteyên dewleta Tirk a dagirker roja yekşemê li derdora Bendava Tişrînê êrişî nuqteyeke hêzên me kirin. Şervanên me bersiva êrişê dan. Di encamê de êriş hat têkbirin, 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Ev çalakî wekî bersiva êrişa pêr a çeteyan a ku di encamê de şervanekî me şehîd bibû, hat kirin. Piştî êriş hat têkbirin, dagirker û çeteyan vê carê bi hejmareke dronan êrişî nuqteyên hêzên me kirin. Yekîneyên Şehîd Harûn, 3 jê xwekujî 6 dron xistin. Di heman wextî de balafirên bê mirov ên dagirkeran li ser herêmê digeriyan. Eniya Qereqozaqê, dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê bi zêdetirî 8 guleyên obîsan gundên Bîr Hiso û Xişxane bombebebaran kirin. Di encamê de zerar gihîştin milkên şêniyan. Tevahiya rojê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê û bajarê Eyn Îsayê û gundewarên wan digeriyan."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.