Kurdên bi rûmet wê wan têk bibe!

Pêncşem 27 Hezîran 2024 - 02:25

DILARA NÛRHAQ / BEHDÎNAN

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Batûfa Çekdar têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nirxandin kirin. Batûfa Çekdar diyar kir ku dewleta Tirk ji sala 2019’an ve ji bo bi temamî herêmê dagir bike, xebatên demdirêj dimeşîne û got:“Yek ji qadên ku dewleta Tirk a dagirker bi taybetî giraniyê diditê û bê navber êrîşên xwe li ser didomîne, herêma Metîna ye. Helbet êrîşên li ser herêma Metînayê nû nînin, 4 sal in ev êrîş dewam dikin. Di heman demê de êrîşên li ser Metînayê jî, parçeyekî plana dewleta dagirker a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Ji ber ku herêma Metînayê di navbera Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê de, weke pireke saxlem e. Her wiha gelek armancên êrîşa li ser Metînayê, hene. Yanî êrîşên dagirkeriyê yên li ser vê herêma me ya buhişt, di sala 2021’an de bi êrîşên li ser herêma Qaşûrayê destpê kiribûn. Ev rewş 4 sal in bê navber dewam dike.”

Êrişên li ser Metîna piralî ne

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Batûfa Çekdar destnîşan kir ku bi taybetî êrişên li ser herêma Metînayê piralî ne û got:“PDK’ê rêyên Metînayê girt û li pişt vê yekê jî dewleta Tirk a dagirker di bihara 2021’an de dest bi êrîşê kir û leşkerên xwe li girê Zendûra, xeta Qaşûra ya girê Koordîne, girê Stûna û Azad bi cih kir. Hîna di sala 2019’an de dewleta Tirk 4-5 girên li sînorê xeta Qaşûra ya dewleta Tirk, bi dest xistibû. Lê ji ber ku di wan salan de berxwedan û şerê herî mezin li Heftanînê diqewimî û ji ber ku berê jî êrîşên dagirkeriyê li wir hebûn, girên sînor ên li xeta Qaşûra zêde di rojevê de nebû. Lê ev nayê wê wateyê ku dijmin li wir operasyon nekir. Bi vî rengî eger em xeta Qaşûra jî lê zêde bikin, dewleta Tirk a dagirker di van 6 salên dawî de operasyona dagirkeriyê ya li qadê weke 5 qonaxan gav bi gav didomîne. Qonaxa destpêkê, çend girên li sînorê Qaşûra bû. Qonaxa duyemîn, êrîşên li ser tevahiya xeta Qaşûra bûn. Qonaxa sêyemîn jî êrîşa li ser girê Hekarî bû. Qonaxa çaremîn Girê Ortê û Girê Çarçêl, Serê Golka û Serê Metînayê bû. Lê gerîlayan ji Qaşûra heta Çarçêl û derdora wê, ji Girê Ortê heta Serê Metîna û Serê Golka berxwedana xwe didomîne. Her sal li dijî hêzên dagirker bi sedan çalakî tên kirin û bi sedan dagirker tên cezakirin. Eşkere ye ku ji vir û şûn de ev berxwedan wê bi tarzê gerîlatiya profestyonel bê meşandin û berxwedan wê demdirêj bidome.”

Xelkê ji sekna xwe tawîz neda

Ji bo dagirkirina Metînayê rolê esas ê xiyaneta PDK’ê ye, ne yê dewleta Tirk a dagirker e. PDK’ê xwest li aliyekî hemû rêyên hatin-çûyînê bigire û tevgera gerîlayan asteng bike, li aliyê din jî hemû derfetên lojîstîk û binesaziyê asteng bike û ji holê rake. Dîsa li aliyekî jî Parastin û MÎT’ê xwestin di nava gel de sîxuriyê pêş bixin. Ji bo ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nesekinin, alîkariyên madî û manewî nedin gerîla bi vî rengî xwestin hemû gelê herêmê û eşîran dîl bigirin. Zext li ser xelkê Metînayê dikin da ku gund, cih, zevî, bax û baxçeyên xwe, çiyayên xwe biterikînin û koç bikin. Li Metînayê hin xayîn hene ku ji bo pere namûsa xwe bifiroşin û hin kesên ku xizmetê ji polîtîkaya PDK’ê re bikin jî hene. Ji bilî van xelkê Metîna û civaka wê xiyaneta di şexsê PDK’ê de û dagirkeriya Tirk lanet kirin. Rûmeta xwe nefirotin, li xaka xwe, warê xwe û qadên xwe man. Tevî hemû êrîşên dewleta Tirk, zextên PDK’ê û girtinan xelkê Metînayê dest ji sekna xwe ya bi rûmet berneda.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.