Çavkaniya sûdwergirtinê ye

Çarşem 28 Tebax 2024 - 03:15

  • Serokê Konsfederasyona Sendîkayan a Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott got: Azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Fikrê Abdullah Ocalan li cîhanê çavkaniya sûdwergirtinê ye.

Di asta navneteweyî de peyamên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. Serokê Konfederasyona Sendîkayan a Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott xwediyên xelata Nobelê silav kir ku li ber tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan rabûn û xwest, tecrîda li Îmraliyê tavilê bi dawî bibe. Arnott bersiv da pirsên rojnamevan Erem Kansoy ê ji Medya Haberê û got:"Ji bo misogeriya aştiyê, azadiya Abdullah Ocalan şert e. Ev kesayet gelekî girîng in, navên ku cîhanê ew pejirandine rabûn ser piyan û daxwaza azadiya Ocalan kirin û xwestin, rejîma Tirk bi hevdîtina bi PKK'ê re meseleya Kurd çareser bike. 69 xwediyên xelata Nobelê jî bi rengekî rasteqînî û mantiqî zanin ku rûniştina li dora maseya diyalogê ya PKK û dewleta Tirk bêyî Ocalan nabe. Haya xwe ji nasname û rola bêhempa ya Ocalan heye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bêyî misogerkirina azadiya Ocalan gaveke bi tenê jî nikare bê avêtin. Li dora maseyeke gengaz a diyalogê, Ocalan yekane nûnerê gelê Kurd e. Ocalan yekane kesayet e ku pêvajoyeke gengaz a aştiyê dibîne û ji bo karibe li dora vê maseyê rûnê divê tavilê bê berdan."

Êdî Ocalan tê nas kirin

Arnott di dewama nirxandina xwe de îşaret bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha got:"Li tevahiya cîhanê têkildarî rewşa Ocalan êdî mirov xwedî agahî ne. Haya her kesî ji qîmet û girîngiya rêbertiya wî heye. Paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ji tevahiya înîsiyatîfên şoreşger û pêşverû re bûye çavkaniya sûdwergirtinê. Li tevahiya cîhanê bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji polîtîkayên demokratîk, şoreşger û radîkal re. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd Ocalan kesayetê diyarker e."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.