Ref bi ref vedigerin

Çarşem 28 Tebax 2024 - 01:45

Ji ber şer, hejarî, hişkesaliyê li gelek welatên Rojhilata Navîn koça ber bi welatên Rojava û bi taybet jî Ewropa ve dewam dike. Lê berovajiyê van hemû welatan Êzidiyên berê 10 salan ji ber fermana 3’yê Tebaxê, koçê Herêma Kurdistanê kiribûn, kom bi kom vedigerin ser cih û warê xwe. Kar û xebatên Rêveberiya Xweser a Şengalê ya 10 salin li Şengalê dimeşîne, encam digire. Ji ber çêbûna derfetên kar, xizmetgûzarî û ewlekariyê, nebûna ewlekariyê li kampên dibin kontrola PDK’ê de qesta Şengalê dikin. 130 malbat ji kampa Êsya ya Dihokê vegeriyan Komelgeha Sîba Şêx Xidir, Sikêniyê, Girzerîkê. Ji van 32 malbat vegeriyan Komelgeha Sîba Şêx Xidirê. Li gorî agahiyên Meclîsa Gel a Sîba Şêx Xidir, ji sala 2020’an ve zêdeyî hezar malbat vegeriyane Sîba Şêx Xidir. Malbatên vedigerin Şengalê keyfxweş in, lê malbatan ji bo avakirina malên xwe banga alîkariyeke zêdetir dikin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.