Em ê li dijî xiyanetê têbikoşin

Çarşem 28 Tebax 2024 - 02:05

Di nobeta dijî qeyûm de ya li Qada Şîşhaneyê suîkasta teori ya Tirk a li Silêmanî hate şermezarkirin. Di axaftinan de hate gotin çapemeniya azad ji salên 90’î û wir ve li ber xwe dide û hate destnîşankirin di vê êrîşa Tirk de ya li ser rojnamevan rola xayinan jî heye û ew ê li dijî xiyanetê têbikoşin.

Nobeta li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya ji hêla Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Qada Şîşhane ya navçeya Beyoglûyê hat destpêkirin di roja 72’an de berdewam kir. Di nobetê de êrîşa li ser rojnamevanên Kurd ku di encamê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn, hate şermezarkirin.

Di çalakiya nobetê de ya dijî qeyûm ji bilî nûnerên gelek partî, sendîka û saziyan, gelek saziyên çapemeniyê jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de tişortên “Qeyûm biciheme” hat li xwe kirin û pankartên bi Kurdî, Tirkî, Ingilîzî û Erebî “Colemêrg ya me ye” û “Li ber xwe bide Colemêrg, Stenbol bi te re ye” hatin vekirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Colemêrgê”, "Her der Colemêrg her der berxwedan", “Qeyûm wê biçe, em ê bimînin", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" hatin berzkirin. 

Çalakî bi bîranîna rojnamevanên li Silêmaniyê hatin qetilkirin dest pê kir.  

Çapemeniya azad ji 90’î ve li ber xwe dide

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji salên 1990'î û vir ve Çapemeniya Azad li dijî her zilmê li ber xwe daye û mezin bûye. Dîren Yurtsever anî ziman her zilm ji Çapemeniya Azad re dibe sedema têkoşînê û got: "Kedkarên Çapemeniya Azad ji kevneşopiyeke berxwedanê tê û mezin dibe. Em ê ti carî paşve gav neavêjin. Em hevalên xwe yên hatin qetilkirin bi bîr tînin."

Kujer desthilat û xiyanetkar in

Endamên Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê jî di çalakiyê de axivîn û anîn ziman ku ew ê li dijî xiyaneta li ser gelê Kurd têbikoşin û wiha gotin: “Li Silêmaniyê ne tenê du jin hatin qetilkirin, her wiha ew pêşengên têkoşîna azadiya gelê Kurd bûn. Kujer desthilatdar û xiyanetkar in. Em ê li dijî xiyanetê têbikoşin. Zimanê me û govenda me jî tên qedexekirin. Em ê heta dawiyê têbikoşin.”

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.