Divê zimanê aştiyê bidin pêş

Duşem 26 Çile 2026 - 03:48

Rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê têkildarî rola rojnamevanan dişopandin û ragihandina mijarên netewî û nîşandana komkujî û dagirkeriyên li ser gelê Kurd û destkeftiyên gelê Kurd de ji ajansa Rojnews’ê re axivîn.

Ji ajansa Nûjinha Rojnamevan Bêrîvan Înatçi destnîşan kir ku Şoreşa Rojava di aliyê jiyana komînal û hevgirtina gelan de ji bo Rojhilata Navîn dikare bibe nimûneyek û got:“Dixwazin destkeftiyên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê, têkbidin. Ev ne tenê êrişa hêzek li hemberî hêzek dine, êrişa paradîgmayekê ye. Yên herî zêde di parastina van destkeftiyan de erkdar û bi rola xwe rabûyîn jî rojnamevan in, taybet rojnamevanên jin. Hinek ji wan ji aliyê dewleta Tirk ve hinek ji wan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin.” Rojnamevan Bêrîvan diyar kir ku wek rojnamevan erka dikeve ser milê wan berxwedan û têkoşîna gelan û şervanan ji raya giştî re li gel rastiyan teyisandine û got:“Emê li ser şopa hevalên xwe yên şehîd, ji bo ragihandina rastiyê têbikoşin û pênûsa wan li erdê nehêlin.”

Her wiha ji kanala Rojava TV Serkeft Huseyîn destnîşan kir ku dijmin hewl dide, bi rêya şerê xwe yê taybet di warê derûnî de gelê me têk bibe, her wiha şerek di nava pêkhateyên civaka Sûriyeyê de bidin çêkirin û got:“Çapemeniya dijmin herî zêde li ser vê yekê kar dike, zimanê şer dide pêş. Lê berovajî wê, wek Çapemeniya Azad em zimanê aştiyê didin pêş, hemû xebatên me ji bo ragihandin û nîşandana çawa bi ruhek aştiyane di nav pêkhateyên Sûriyeyê de were afirandine.” Rojnamevan Serkeft Huseyîn tekezî kir ku ew soz didin gelê xwe ku heta henaseya xwe ya dawî, li ser rêya rastiyê ji bo gelê xwe têkoşînê berdewam bikin.

Li dijî nefretê em hewil didin

Nuçegihana Ajansa Nuçeyan a Hewarê Sîma Birokî got:’’Çapemeniya Rojavayê Kurdistanê di demek dîrokî re derbaz dibe, li gel vê alozî û zehmetiyên ku dikişînin jî hene. Li dijî hewldanên belavkirina nefretê û veşartina rastiyan, ked û berpirsyartiyek mezin dikeve ser Çapemeniya Azad.”

Sîma Birokî diyar kir ku di nava rewşa heyî ya herêmê de, xebatkarên Çapemeniya Azad jî li kêleka gel di seferberiyê dene û got:“Hem karê xwe dikin, hem jî xwe diparêzin. Hevkariya kanalên Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê pêwîstiyeke. Heta astekê heye, lê divê weke ku li Rojava ne bikevin tevgerê. Hewldanek ji bo yekkirina sînorê Kurdistanê li hemû parçeyan heye. Divê em vê yekê ji raya giştî re baş bidin ragihandin û têgihandin.”

Xebatkarê kanala Ronahî TV Rojnamevan Alan Meîş destnîşan kir ku êrişek giran li ser Rojava heye, armana wê jî qirkirina Kurdane û wiha got: “Em weke ragihandin û rojnamevan li kêleka gelê xwe şer dikin. Şerê me jî ewe ku em cîhanê giştî agahdar bikin ku gelê Kurd dibin qirkirinê de ne. Her wiha divê em nîşanî her kesî bidin ku Kurd di rojên zehmet de xwedî li hev du derdikevin. Li her derê sînor rakirin û berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.