Xwe fedayê azadiyê kirin

Çarşem 28 Tebax 2024 - 02:55

HPG’ê 3 gerîlayên ku di 27’ê Tebaxa 2021’an li Metîna şehîd bûne bibîranî û wiha got:"Hevrêyên me Çekdar, Botan û Ozgur ku xwe fedaî têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin, ji bo kêliyekê jî dudil nebûn û bi fedakarî şer kirin. Di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî, hezkirin û minet wan bi bîr tînin." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî şehîdên Metînayê bi vî rengî ye:"27’ê Tebaxa 2021’ê li herêma Girê Hekkarî ya Metînayê di êrişa artêşa Tirk a dagirker de milîtanên Apoyî yên hêja hevrêyên me Çekdar Xelîla, Botan Sêgirkê û Ozgur Tolhildan şehîd bûn. Hevrêyên me Çekdar, Botan û Ozgur xwe fedayê têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin û bêyî teredut bikin bi fedekarî şer kirin. Em hevrêyên xwe di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku têkoşîna wan bigihînin serketinê.

Weke hevrêyên wan, em car din hevrêyên xwe Çekdar, Botan û Ozgur di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de malbatên wan ên hêja, em ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Çekdar di nava malbateke ji eşîra Xelîlan a Wanê ya welatparêz de hate dinê. Sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Çekdar milîtanekî xwedî hevrêtiya germ û samîmî bû, lewma hemû hevrêyên wî dixwestin pê re bijîn û têbikoşin. Bi wêrekî, rûkenî, moral, afirênerî û kûrahiya xwe ya di leşkeriyê de bû milîtan û gerîlayekî Apoyî yê mînak.

Eşîra Goyî weke eşîreke qedîm a Kurdistanê bi sed salan e li herêma Botan çand, ziman û kevneşopiya Kurdî bi rewşa xwe ya herî sade û xwezayî veguhestin heya roja me ya îroyîn. 

Hevrêyê me Botan di nava malbateke xwedî civak û eşîreke van kevneşopiyan ji dayîk bû. Hevrêyê me Botan li hemû qadên lê mayî bi kesayeta xwe ya xwezayî, sade, kedkar û fedekar derket pêş. Hevrêyê me Botan têkoşîna xwe ya azadiyê bi şehadeta xwe di lûtkeyên herî bilind de temam dike. 

Hevrêyê me Ozgur li bajarê Nisêbînê di nava malbateke welatparêz de jidayik bû, lê ji ber zext û êşkenceya dewleta Tirk neçar ma tevî malbata xwe koçî bajarê Girkê Legê ya Rojava bibe û li wir mezin bû. Yek ji taybetmendiyên hevrêyê me Ozgur a berbiçav, beriya her tiştî bi hevrêyên xwe re difikirî. Hevrêyê me yê ku bi pratîka xwe careke din nîşan da ku ji bo hevrêtiya PKK'ê mirov dikare canê xwe feda bike, weke yek ji mînakên şênber ên tevlîbûna fedakariyê cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt."

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Çekdar Xelîla (Omer Salgur), li Wanê jidayîk bûye, 27’ê Tebaxa 2021’an li Metîna şehîd bû.

Botan Sêgirkê (Sadik Guvercîn), li Şirnexê jidayîk bûye, 27’ê Tebaxa 2021’an li Metîna şehîd bû.

Ozgur Tolhildan (Ehmed Muhammed), li Nisêbînê jidayîk bûye, 27’ê Tebaxa 2021’an li Metîna şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.