Fermandareke Kurdistanî bû

Çarşem 21 Tebax 2024 - 03:05

Koordînasyona KJK'ê têkildarî Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê û Fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Berwar Dersim daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê bi vî rengî ye:"Hevala Berwar di nava jiyana xwe ya şoreşgerî ya ji 25 salan de nirxên gelekî esîl afirand, azadî di kesayetiya xwe de neqişand. Kesayetiya wê ku bi nirxên berxwedanê yên gelên Bakur û Rojhilat şênber bû, bi xeta Rêber Apo û gerîla bû yek û nasnameyeke fedaî bi xwe re afirand. Raperîna wê ya bêdeng û kûr a li hemberî mêtingerî û serweriya mêr, asteke nû da têkoşîna YJA Starê ya li ser xeta PAJK û PKK'ê, veguherî raperîneke deng û wateyeke mezin ku dijmin ji binî ve hejand. Fermandereke Kurdistanî bû ku sînorên dijmin destnîşan kir hemû parçe parçe kir. Bû ew xet ku bi aqlê jinê di şer de serketin afirand. 

Xeta afirandina serketinê ye

Hevala Berwar bû xeta serketin û hebûnê ya bi aqil û rengê jinê. Bû xwedî sekneke welê ku paradîgmaya nû ya Rêber Apo paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê fêhm kir û ev têgihiştin di Fermandariya YJA Starê de şênber kir. Ji aliyê fêhmkirina stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî, bicihanîna vê stratejiyê bi dewlemendiya rê, rêbaz û taktîkan, nêzîkatiyeke hostatî nîşan da. Salên dûr û dirêj li qada Serhedê fermandarî ji şer re kir û kedeke mezin da. Bi hezkirina xwe ya ji gel, hezkirina ji hevrêyan û hezkirina ji Rêbertî hemû pirsgirêkên derdikevin pêşiya wê çareser dikir, astengî hemû ji pêşiya xwe radikir, her kêlî vediguherand kêliya serketinê. Di hişmendiya jinê de çawa hest û fikrên kûr dikarin bêne afirandin, bi aqil û dilê jinê çawa hebûn dikare bê afirandin, çawa dikare şer bê kirin, pêşengiya jinê çawa dikare pêk were? Rê nîşanî jin ên ciwan, lêgerîna wan a nasnameyê, lêgerîna wan a li azadiyê dide. Fêhmkirina wê, xeta têkoşîna wê, bedewî û azadiya kesayetiya wê, wê têkoşîna me ya jinê mezin bike, wê jiyana azad a ji nirxên jinê pêk bîne. Li dijî dewleta Tirk a faşîst ku dijminê jinê ye, dijminê Kurdan e, dijminê mirovahiyê, li hemberî şerê li dijî jinê yê Şerê Cîhanê yê 3'yemîn yekane rêya bersivdayina li bîranîna wê û şehîdên me, têkoşîna li ser xeta Şehîd Berwar e.

Bi layiqî pêşiwazî bikin

Dewleta Tirk a faşîst li Îmraliyê li hemberî Rêber Apo, li Bakur û Başûr jî li dijî destketiyên gelê Kurd û jinan bi rengekî bêheman êrişên qirkirinê dewam dike Di şexsê PDK'ê de jî xiyanet gihîştiye asta herî bilind. Li hemberî van hemûyan, wezîfeya me ya esasî ew e ku bi ruhê serketin û vejînê yê 15'ê Tebaxê li ser xeta tolhildanê ya Şehîd Berwar têkoşînê bimeşînin. Em bang li jinên Kurd hemûyan dikin ku li ser xeta Şehîd Berwar û hemû şehîdan, têkoşîna azadiya jinê mezin bikin, di heman demê de şehadeta hevala Berwar bi rengekî ku hêjayî wê be pêşwazî bikin, li tevahiya Kurdistanê bîranînên hêjayî fermandariya Şehîd Berwar in lidar bixin, xwedî li şehîdan derkevin û têkoşîna me ya azadiyê mezin bikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.