Ew hinceta têkoşînê ne

În 26 Tîrmeh 2024 - 03:05

  • HPG: Hevrêyên me Newal, Dijwar û Jiyan, bêyî ku rê bidin dagirkerî û xiyanetê, xwe bi temamî fedayî azadiya gelê me kirin. Bêguman ew ê bibin kevirê bingehîn ên Kurdîtiya azad a ku serketinê bidest dixe.

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Metîna şehîd bûne eşkere kir û got:’’Bi şehadetên xwe ji bo hemû hevrêyan û gelê me bûne hinceta têkoşînê.’’ Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:’’Me di daxuyaniya 4’ê Tîrmehê de ragihandibû ku, 30’ê Hezîrana 2024’an, di êrişa dijmin a li dijî qada berxwedanê ya Serê Metîna ya herêma Metîna, 3 hevrêyên me şehîd bûne.Di vê êrişa dijmin de, hevrêyên me Newal Mêrdîn, Jiyan Rêdûr û Dijwar Keleş gîhîştine şehadetê. Hevrêyên me ku dilê wan hertim ji bo Kurdistana azad lê dida û di vê rêyê de ji têkoşînê ti carî xwe nedane paş, bûne nûnerên ciwanên Kurd ên bi rûmet û xwedî zanebûna azadiyê. Weke hevrêyên wan, em soz didin ku têkoşîna hevrêyên me Newal, Dijwar û Jiyan dewrî me kirine, em ê bigîhînin serketinê û bersiva herî watedar bidin, dewleta Tirk a dagirker û qirker û xeta xiyanetê. Di serî de em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên şehîd, ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. 

Bi kesayetên xwe bûn mînak

Hevrêya me Newal weke ferdeke malbata eslê xwe ji Mêrdînê ye, li Îzmîrê jidayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Rêgezên jina azad di kesayeta xwe de temsîl kir û bi sekna xwe ya milîtaniyê ji bo hevrêyên xwe bû mînak. Weke şervaneke YJA Starê xwe ji parastina hemû gelê me û hemû jinan berpirsiyar dît. 

Hevrêyê me Dijwar li Amedê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Di qonaxa têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de tevî ku 3 caran bi giranî birîndar bû, kêliyekê jî xwe ji têkoşînê neda paş. Bi tempoya xwe ya ti carî ranaweste, hevrêtiya xwe ya xurt û wêrekiya xwe, ji bo tevahî hevrêyên xwe bû mînak. Bi kesayeta xwe ya şerker û jîr, ji bo hemû hevrêyên li gel xwe, bû çavkaniya hêz û moralê.

Hevrêya me Jiyan weke ferdeke malbata welatparêz a ji Kobanê, li Şamê jidayîk bû. Di sala 2016’an de tevlî nava refên gerîla bû. Weke gerîlayeke YJA Starê, ji bo bibe xwedî berxwedaneke li gorî rihê demê, bû xwedî hewldan û kedeke mezin. Hevrêya me bê dudilî bi wêrekî bi ser dijmin de çû, di berxwedana ku bi pêşengiya YJA Starê de pêş dikeve, bû xelekeke herî girîng.’’

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên şehîd de wiha ne:

Newal Mêrdîn (Nûdem Kurt), li Îzmîrê jidayîk bûye, 30’ê Hezîrana 2024’an li Metîna şehîd bû.

Dijwar Keleş (Serdar Duşerge), li Amedê jidayîk bûye, 30’ê Hezîrana 2024’an li Metîna şehîd bû. 

Jiyan Rêdûr (Darşîn Mûsa), li Şamê jidayîk bûye, 30’ê Hezîrana 2024’an li Metîna şehîd bû.

BEHDÎNAN
         

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.