Bi desteka sîxurî rojnamevan hatin qetilkirin

Çarşem 28 Tebax 2024 - 02:20

Birayê rojnamevanê şehîd Kawa Germîyanî Karwan Ehmed der barê qetilkirina du rojnamevanên jin de amaje bi hevkariya rêveberiya Başûr a di vê êrîşa terorî ya Tirk de ya li ser rojnamevanan kir û got,’’ Ez piştrast im ku bi hilweşîna van partiyên Kurdî hemû karên wan ên qirêj û neexlaqî ji her kesî re eşkere bibin.” Ehmed her wiha got heke hevkariya sîxûrî nebûya Tirkiyê wê nikaribûya ev êrîş bianiye ser rojnamevanan.

Têkildarî suîkasta terorî ya Tirk a li Silêmanî ku encamê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn, birayê Şehîdê Gelemê Kawa Germiyanî Karwan Ehmed anî zimên herdu rojnamevan bi destekî reş ê ji nav Başûrê Kurdistanê hatin şehîdkirin. 

Destekî navxweyî bûye sedem

Ehmed destnîşan kir ev suîkasta dawî berdewamiya êrîşên demên bihurî ye ku li ser rojnamevanên Herêma Kurdistanê hatiye kirin û got,’’Gumaneke min tune ye ku di vê yekê de jî destekî navxweyî tune be, ji ber ku Tirkiye 400 kîlometre ji vir dûr e, çawa balafireke bêmirov dikare li vir du rojnamevanan bike armanc? Lewma ez piştrast im ku destekî navxweyî heye û bûye sedem ku ev her du rojnamevan ji aliyê Tirkiyeyê ve bên armanckirin.”

Ji rojnamevanan nefret dikin

Ehmed bi domdarî got, “Ev yek piştrast dike ku di 30 salên borî de tekane karê ku vê desthilatdariyê kariye bike, qetilkirina rojnamevanan bû. Ew dizanin ku rojnamevan rûyê rastîn ê berpirsyar û zarokên wan nîşanî civakê didin, lewma ji rojnamevanan nefret dikin.”

Qirêjiya wan wê kifş bibe

Karwan Ehmed bal bire ser rola rêveberiya Başûr, destnîşan kir ku di karên ne exlaqî de rola rêveberiya li Başûr heye û diyar kir ev karên wan ê qirêj wê aşkere bibin: “Çawa ku rejîma Beesê di dema hilweşîna wê de hemû karên wê yên neexlaqî û qirêj ku li hember gelê Iraqê kiribûn eşkere bûn, ez piştrast im ku bi hilweşîna van partiyên Kurdî hemû karên wan ên qirêj û neexlaqî ji her kesî re eşkere bibin.”

Berpirs desthilata Başûr e

Karwan Ehmed her wiha amaje bi sîxûriya navxweyî kir, diyar kir ne bêyî vê ev êrîşa terorî ya Tirk hatiye ser rojnamevanan. Ehmd diyar kir ku li hember qetilkirina rojnamevanên çapemeniya azad desthilata siyasî ya başûrê Kurdistanê berpirsyar e û wiha berdewam kir: "Li nav Herêma Kurdistanê dema ku rojnamevan tên armanckirin, ew jê berpirsyar in, piştre Tirkên faşîst jê berpirsyar in, ji ber ku eger karê sîxuriyê nebe, ev her du rojnamevan nakevin destê rejîma faşîst a Tirkiyeyê û bên qetilkirin.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.