Cezayê girtîgehê li ciwanê Kurd

Çarşem 28 Tebax 2024 - 01:25

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Metîn Hasenî yê ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dadgeha Îranê ve bi du sal û nîvan bi cezayê girtîgehê hatiye cezakirin. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku Dadgeha Bokanê 31 meh cezayê girtîgehê li ciwanê Kurd Metîn Hasenî yê 23 salî birrî. Hate ragihandin, ku ciwanên Kurd birine Girtîgeha Bokanê. Metîn Hasenî sala 2019'an di dema çalakiyên şermezarkirinê de ji ber êrişa hêzên dewletê ji çavekî xwe birîndar bûbû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.