Heta nefesa dawî şer kirin

Sêşem 16 Tîrmeh 2024 - 02:55

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Metîna şehîd bûne eşkere kir û got:’’Em soza serketinê ya layiqê şehîdên xwe didin.’’ Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd de wiha ye:’’Rojên 19 û 20’ê Gulana 2024’an, di şerê li herêma Metîna de, hevrêyên me Yekbûn û Rustem, heta nefesa xwe ya dawî bi fedayîtî şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn. Hevrêya me Yekbûn ku li Amedê dest bi meşa xwe ya azadiyê kir û li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîna xwe bênavber dewam kir, bi kûrbûna xwe ya îdeolojîk û nasnameya xwe ya jina şoreşger, bû milîtaneke mînak. Bi dilsoziya xwe ya kûr a bi rêgezên azadiyê, hevrêtiya xwe ya jidil û zanebûna xwe ya azadiyê, hevrêya me Yekbûn bû milîtaneke jin a azad a APO’yî. Bû yek ji mînaka herî şêber a jineke ku bi şer xweşik dibe. 

Hevrêyê me Rustem, têkoşîna xwe ya azadiyê ku li girtîgehên dewleta Tirk destpê kir, bi gerîlatiyê tacîdar kir. Bi zanebûna xwe ya îdeolojîk, hertim ji rewşên herî neyînî re çareserî didît, bû yek ji mînakên hilbijarte ya milîtaniya APO’yî. Hevrêyê me ku li herêma Metîna di tîmên gerîla yên pispor de cihê xwe digirt, di amadekirin û hunandina berxwedanê de, mîsyoneke girîng hilgirt. Weke hevrêyên wan, em ê têkoşîna hevrêyên xwe Yekbûn û Rustem ji me re hiştine, mezin bikin û em soza layiqbûna şehîdên xwe didin ku bi serketinê tacîdar bikin. Di serî de malbatên hevrêyên xwe yên şehîd, em ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêya Me Yekbûn li Amedê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2019’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me dahûrandinên Rêber APO yên derbarê azadiya jinê de xwend, fam kir û kire felsefeya bingehîn a jiyana xwe û xwe ji hemû aliyan ve tehlîl kir. Ji bo bibe gerîlayeke YJA Starê ya serketî, hem ji aliyê leşkerî hem jî îdeolojîk xwe kûr kir. 

Hevrêyê me Rustem li navçeya Tîl (Korkut) a Mûşê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di encama komployekê de hate girtin û 10 salan di girtîgehên dagirkeriya Tirk de dîl ma. Piştî ji girtîgehê derket, sala 2018’an de, tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo felsefeya APO’yî di jiyana xwe de şênber bike, ji xwe re jiyaneke şoreşgerî ya 24 saetan esas girt. 20’ê Gulanê di şerê li gel dijmin de, tevî ku birîndar bû jî, sekna serî natewîne ya Mazlûm Doganan, Çaran û Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ji xwe re esas girt û ji bo bi dîlî nekeve destê dijmin, bombeya xwe bi xwe de teqand û bi fedayîtî şehîd bû.”

Agahiyên derbarê gerîlayên şehîd de wiha ne:

Yekbûn Şoreş (Nîsan Ay), li Amedê jidayîk bûye, 19’ê Gulana 2024’an li Metîna şehîd bû.

Rustem Hemdem (Sedat Ozen), li Mûşê jidayîk bûye, 20’ê Gulana 2024’an li Metîna şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.