Xeta Zîlan û Bêrîtan bicih anî

Duşem 19 Tebax 2024 - 03:15

  • Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê fermandara fedaî Berwar Dersim bi rêzdarî bi bîr anî û got: Di şer û jiyanê de, gerîlatî û fermandariya demê li ser xeta Zîlan û Bêrîtan bi cih anî.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, "Fermandara me ya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê û di heman demê de endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê fermandara hêja hevala me Berwar (Seyran Çomak) di 8'ê Tebaxa 2024'an de şehîd bû. Di serî de malbata Çomak a welatparêz a hêja bila serê gelê me yê welatparêz û jinan sax be, yek ji fermandarên pêşeng ên Şerê Gel ê Şoreşgerî fermandara me ya fedaî ya hêja hevrê Berwar bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziyê nû dikin. Hevala Berwar ji aliyekî ve polîtîkayên qirêj ên dijmin zû nas kir, li aliyê din bi hestên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo pêşketinên girîng li Kurdistanê afirand, mezin bû û kete bi nbandora têkoşîna gerîla, şehadetan û têkoşîna azadiyê ya jinê. Hevala Berwar ji zarokatiyê û pê ve ti carî nebû mirovek ji rêzê, salên ku çû dibistanê hîn bêhtir kete nava lêgerînan. Di sala 1999'an de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo gelekî bandor lê kir, nerazîbûna xwe ya li hemberî polîtîkayên dijmin hîn zêde bû û gihîşt wê encamê ku êdî naxwaze bibe parçeyek ji sîstema qirêj, hestên wê yên şoreşgerî şênber bû û biryar da ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe." Di daxuyaniya YJA Starê de hate ragihandin ku wê demê yek ji gerîlayên ku Berwar ew nas kir, Şehîd Leyla Agirî bû û hate gotin:"Piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê dît, hevrê Berwar a ku ji Rêbertî gelekî bi bandor bû, tevlîbûneke ji rêzê li xwe neanî, ji bo li ser xeta PKK û PAJK'ê bibe milîtaneke pêşeng û fedaî ya Rêberê me biryar da ku tevlî karên Hêzên Taybet bibe. Ji ber ku dixwest di nava her şert û mercî de bi rengê Zîlan bijî û şer bike, di demeke kurt de bi pêş ket, piştî perwerdeyên îdeolojîk, leşkerî û branşê ji bo bersivê bide Rêbertî di çarçoveya Pêngava 1'ê Hezîranê de ji bo li refên pêş cih bigire, di sala 2004'an de li ser pêşniyara xwe derbasî Qada Dersimê bû. Li hemberî komployê û tasfiyekariya piştî wê rû da, helwesta xwe bi vî rengî nîşan da û heta sala 2013'an li Qada Dersimê bi rengekî çalak bi rola xwe rabû. Ji bo pêşengiyê ji Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li Bakur re bike û li ser bingeha tevlîbûna li pêvajoyê di sala 2016'an de tevî komek ji hevrêyên jin berê xwe da Eyaleta Serhedê. Li vê derê bi berpirsyariyeke dîrokî rabû, ji sala 2016'an heta şehîd bikeve wezîfeya Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê bi îdîa, biryardariyeke mezin meşand. Hevrê Berwar di şer û jiyanê de fermandarî û gerîlatiya demê li ser xeta Zîlan û Bêrîtan meşand.

Bi qasî çiyayê Agirî qewîn bû

Hevrê Berwar bi eşqa xwe ya li jiyana azad, welatê azad û Rêbertî, bi bawerî, îrade û wêrekiya xwe ya bi qasî Çiyayê Agirî qewîn bû hevrêyeke mînak. Dema ku şer û pratîk gelekî giran bû bi ked, eşq, bawerî kesayetî, nasname û dilsoziya xwe nîşan da û bû milîtaneke fedaî ya Apoyî. Di nava PKK'ê de bingeha serketina fermandarekê/î ew e ku baweriyê bide hevrêyên xwe û hevrê Berwar jî ev hemû bi cih anî. Bi taybetmendiyên xwe yên gelparêz ên welatparêz bû kesayeteke xurt a rêxistinî. Hevala Berwar ku di gerîlatiya Bakur de bû hosta, bi saya dîsîplîna xwe û jîrbûyîna xwe ya pratîkî ya afirîner, gelek caran dijmin têk bir, bi qasî milîtaniya jinê ya azad gerîlatiya jinê jî tevlî xeta fermandariyê kir û bû yek ji fermandarên Şerê Gel ê Şoreşgerî yê demê. Hevrê Berwar ku bi qasî fermandariya xwe her wiha sabotajvan bû, ji Dersimê heta Serhedê gelek çalakî kir, teknîk xiste xizmeta taktîkê, bi cidiyeteke mezin di Şerê Gel ê Şoreşgerî de bi jêhatîbûna xwe her tim berê xwe da serketinê. Di nivîseke xwe de ku îsal nivîsî bi van gotinan qala feraseta xwe ya hezkirinê kiribû:’’Hezkirina ji civakîbûn û jiyanê ya bi rengê jinê armanceke mezin e. Ji bo vê jî pêwîstî bi hesteke mezin a berpirsyariyê, hêza têgihiştinê heye. Bêyî ku jê biqere, bêyî ku nêzîkatiyeke ezeztî bê kirin pêwîstî bi hezkirinê heye, divê bi çavê hezkirinê li her tiştî binere, bijî, bibe lehiyek ji hezkirinê, ber bi çem hemûyan biherike. Sînorê hezkirinê nîne. Avê dema ku cihek ji xwe re dît disekine, lê belê hezkirin mîna eşqekê bêdawî diherike. Hêz û enerjiyeke xwezayî ya bêdawî ye. Ez bi rengekî bê dawî ji Rêbertî, şehîdan, gelê me, hevrêyên xwe, jinên bindest û berxwedêr hez dikim'. Şehadeta hevrêya me Berwar bandoreke mezin li me hêzên YJA Starê kiriye. Di şexsê wê de em ê xwedî li wan nirxan derkevin ku bi ked, dilsozî û biryardariyeke mezin a hevrêyên şehîd hatin afirandin, em ê xeta Rêbertî ji xwe re bikin esas, armanca şehîdên xwe ya Kurdistana azad û jiyana azad pêk bînin. Em soza xwe nû dikin ku tola hevala Berwar û hevrêyên şehîd hemûyan hilînin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.