Çalakiyên gerîla yên hewa û bejahî

Çarşem 28 Tebax 2024 - 02:40

  • Di çalakiyên gerîlayan de dagirkerek hate kuştin, wesayîteke leşkerî û 3 drone hatin xistin. Herwiha di çalakiyên Yekîneya Şehîd Dogan Zinar û Şehîd Axîn Mûş de, derbên giran li dagirkeran hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

Çalakiyên hewayî yên gerîla

’’Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar di navbera 18 û 24'ê Tebaxê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li bragehên dagirkeran xist. Li Girê Amediyê û Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran ji hewayê li dagirkeran hate xistin. Di encama van çalakiyan de bi qasî ku me zelal kir dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 3 çeper û kamerayeke mobesse hatin tinekirin, derb li 4 konan hate xistin.

26'ê Tebaxê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, li Qada Girê Amediyê li dijî dagirkeran Yekîneya Me ya Şehîd Axîn Mûş çalakiya hewayî kir. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Toyota hate tinekirin û dagirkerek birîndar bû.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

24'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku ber bi tunelên me yên şer ve dihatin, bi çekên nîv otomatîk destwerdan hate kirin. Teqemeniyên dagirkeran hate desteserkirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

25'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî droneyek hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

24'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

24'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek birîndar bû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

26'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

26'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

26'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar droneyeke bi teqemeniyan a dagirkeran bi çekên ferdî hate xistin. Droneyeke din a bi teqemeniyan barkirî ku ji bo li dijî tunelên me yên şer bêne bikaranîn hatibû amadekirin, hate xistin û teqemeniya li ser hate desteserkirin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

24 û 26'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tunelên me 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

24'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

24, 25 û 26'ê Tebaxê li Herêma Xakurkê qada Meskenê carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4 caran, li Herêma Qendîlê qada Sinê carekê, li Herêma Garê Deşta Kafya, Girê Kun 3 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê carekê; bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

25'ê Tebaxê li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê û Bêşîlî bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.