Di têkoşînê de şopên girîng hiştin

În 9 Tebax 2024 - 02:55

  • HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got: Bi kesayetiya xwe ya fedaî a li eniyên berxwedanê derbasî nava dîroka me ya têkoşînê bûn.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî şehadeta 2 gerîlayan bi vî rengî ye:"Hevrêyên me Gelhat Koçer û Dogan Amûdê li herêma Metînayê di demên cuda de di êrişên dijmin de şehîd bûn. Hevrêyên me Gelhat û Dogan ku bi bandora ruhê azadiyê yê tevgera Apoyî ya li Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bûn, bi berxwedana xwe ya li dijî êrişên qirkirinê yên li ser gelê me, bûn mînaka herî şênber a yekîtiya neteweyî ya gelê me. Hevrêyên me di her kêliya jiyana têkoşînê de mohra xwe danîn binê serketinên mezin, bi tevlîbûna xwe ya çalak a li her karî û sekna xwe ya milîtanî, li eniyên berxwedanê yên li dijî êrişên dijmin bi kesayetiya xwe ya fedaî şopên girîng li dîroka me ya têkoşînê hiştin. Hevrêyên me Gelhat û Dogan dilnizmî ku yek ji taybetmendiyên bingehîn ên milîtaniya Apoyî ye weke şêweyê jiyanê qebûl kirin, ji dil jiyan û bi manewiyata xwe ya bilind, bi kûrbûna xwe ya li cîhana wateyê ji têkoşîna me û hevrêyên xwe re bûn hêz û moral. Di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Gelhat û Dogan em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe nû dikin ku van milîtanên Apoyî yên hêja li Kurdistana azad bi bîr bînin.

Bûn layiqê Rêber APO û şehîdan

Hevrêyê me Gelhat li nava malbateke koçer a ji eşîra Didêrî ya Hezexê jidayîk bû. Sala 2015'an berê xwe da çiyayên Botanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Gelhat ku kesayetiyeke wî ya durust û xwezayî hebû, çanda koçeriyê bi îdeolojiya Apoyî re kir yek û bû milîtanekî mînak. Li her qada xwe ya berxwedanê bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar hewl da wezîfeyên demê bêkêmasî bi cih bîne û bi kesayetiya xwe ya milîtan, durust, hevrêtiya ji dil û wêrekiya xwe ya di şer de ji hevrêyên xwe re bû hêz û moral.

Hevrêyê me Dogan ji malbateke welatparêz a ji eşîra Omerî li Dêrazorê ji dayik bû. Hevrêyê me Dogan beşdarî gelek pêngavên şoreşgerî yên li qada Rojava bû, di van pêvajoyên pêngavê de ji milîtanên Apoyî bi bandor bû. Li ser vê bingehê di kesayetiya xwe de guhertinên girîng pêk anî û bi rengekî hîn çalak û encamgir beşdarî têkoşînê bû. Piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê, beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ji xwe re kir armanc ku di felsefeya Apoyî de bibe şervanekî heqîqetê yê şareza, ji bo vê jî timî xwe kûr dikir."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Gelhat Koçer (Abdullah Arslan), li Şirnexê jidayîk bûye, 9’ê Hezîrana 2024’an li Metîna şehîd bû.

Dogan Amûdê (Ahmed Omer Şerîf), li Dêrazorê jidayîk bûye, 17’ê Hezîrana 2024’an li Metîna şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.