Li Ewropa dewleta Tirk hate şermezarkirin

Çarşem 28 Tebax 2024 - 02:10

Êrîşa terorî ya Tirk a li ser rojnamevanên Kurd ku encamê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûbûn li bajarên Ewropayê ji alî Kurdistaniyan û dostên Kurdan ve hate şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hate gotin dewleta Tirk bi zanebûn rojnamevan kirine hedefa  xwe.

Êrîşa terorî ya Tirk a li ser rojnamevanên Kurd li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi banga DEM KURD’ê li pêşiya Konsolosxaneya Iraqê hate protestokirin.

Di çalakiyê de ku Kurdistanî lê hazir bûn,qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hate şermezarkirin.

Hevserokê Civaka Azad Ehmed Zîrek di çalakiyê de axivî û wiha got: “Du xebatkarên çapemeniya azad hatin qetilkirin. Ev plana qirkirin û îmhayê ye. Armanca wan ew e ku gelê Kurd û jinên Kurd tine bikin. Têkoşîna me wê li hemberî van êrîşan berdewam bike.”

Piştre daxuyaniyeke bi Elmanî hate dayin û bang  li Elmanya û dewletên Ewropî hate kirin ku bes destekê bidin dewleta Tirk û komkujiya dewleta Tirk a li ser Kurdan bidin rawestandin.

Bi berdewamî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Her kesê ku bêdeng bimîne şirîkê vê komkujiyê ye ku dewleta Awûstûryayê jî di nav de.”

Her wiha di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî bajarên Kurdan rawestînin” hate hilgirtin. Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Piştevaniya navneteweyî” bi dawî bû.

Hamburg

Her wiha li Hambûrgê jî suîkasta terorî ya li ser rojnamevanên Kurd bi mîtîngekê hate şermezarkirin. Di çalakiya şermezariyê de siyasetmedar Selma Irmak, Nursel Aydogan jî hazir bûn.

Mitînga ku li pêşiya Stesyona Navendî ya Trênê ya kirin bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hamburgê ve, bi tevlêbûna gelek kesî hate lidarxistin. Nivîskar û aktivîsê mafên jinan a Elman Anja Flach di mitîngê de axivî û got ku du rojnamevanên jin bi zanebûn hatine qetilkirin. Flach diyar kir ku rojnamevanên jin bi salan in ji bo heqîqetê bigihînin têdikoşin û anî ziman ku êrîş di heman demê de li dijî vîna jina azad hatiye kirin.

Parlementera Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemîr jî diyar kir ku komkujiya li dijî rojnamevanên jin nayê qebûlkirin û got di vê komkujiyê de welatên Rojavayî ku her curê alîkariya aborî û leşkerî didin Erdogan şirîkê sûc in.

Arnhem

Êrîşa terorî ya Tirk a li ser rojnamevanên Kurd her wiha li bajarê Arnhemê ya Hollandayê jî ji alî Kurdistaniyan ve hate şermezarkirin. Di çalakiyê de her wiha rola malbata Barzaniyan a di êrîşa Tirk de hate destnîşankirin û xiyanet hate şermezarkirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.