Milîtana YJA Starê ya wêrek

Duşem 5 Tebax 2024 - 03:05

HPG'ê nasnameya gerîlayeke ku li Metînayê şehîd bû eşkere kir û got:"Hevrêya me Çîçek bi sekna jinê ya azad û wêrekiya xwe ya di şer de weke milîtaneke YJA Starê ya mînak derbasî nava dîroka me ya têkoşînê bû." Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlaya şehîd daxuyaniyek da û wiha got:"Hevrêya me Çîçek ku bi beşdariya li nava refên azadiyê ji bo jiyana azad a gelê me têkoşiya, bi tevlîbûna xwe ya fedakar û bêteredût, di afirandina serketineke bi vî rengî ya dîrokî de bû xwedî ked. Hevrêya me Çîçek bi sekna jin a azad a di nava jiyanê de û bi wêrekiya xwe ya di şer de weke milîtaneke YJA Starê ya mînak derbasî nava dîroka me ya têkoşînê bû. Bi sekna xwe ya bi israr a li ser xeta PKK û PAJK'ê, li hemberî êrişên dijmin tawîz neda, bi baweriyeke mezin û moraleke bilind wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Di her kêliyê de bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan re têkoşîn mezin kir.

Di serî de malbata hêja ya hevrê Çîçek, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soza xwe nû dikin ku ala têkoşînê ya şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Hevrêya me Çîçek li navçeya Licê ya Amedê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015'an de li Bakurê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Çîçek di pisporiya leşkerî de şareza bû, ji aliyê îdeolojîk ve jî gihîşt astekê. Bi ruhê demê xwe pêşniyar kir ku tevlî qadên şer bibe û weke gerîlayeke YJA Starê ya pispor bi berpirsyarî rabû. Hevrêya me Çîçek ji bo azadiya gelê me, welatê me û Rêberê me li hemberî her cûre bêderfetî û zehmetiyan têkoşiya û pratîkeke mînak nîşan da. Bi wêrekiya xwe ya bilind û hevrêtiya xwe ya ji dil, bû hevrêyeke rasteqîn ku rê nîşan da. Bi rêbaza xwe ya çalakiyê, bi kesayetiya xwe ya dilnizm û milîtaniya xwe ya Apoyî mîrateyeke têkoşînê ji me re hişt ku nayê jibîrkirin."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd wiha ye:

Çîçek Şiya Amed (Jiyan Opçîn), li Amedê jidayîk bûye, 28’ê Hezîrana 2024’an li Metîna şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.