Kolberek hat qetilkirin

Duşem 12 Gulan 2025 - 02:50

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hat qetilkirin.

Kolbernewsê ragihand ku doh ne pêr, li gundê Dûplûre yê herêma Serşîwê yê bajarê Merîwanê kolberê Kurd Arman Alîzade yê 31 salî ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin.

Li gorî agahiyan Arman Alîzade ji gundê Gogce yê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bû. Arman Alîzade zewicî û bavê 2 zarokan bû.

ANF/MERÎWAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.