- Phuong Nguyen ê Vîetnamî, modelên darî yên kamera û wênegirên kevn çêdike.
Phuong Nguyen ê Vîetnamî, modelên darî yên kamera û wênegirên kevn çêdike. Ewdişibin yên rastîn. Mirov dikarin bi hin eyaran bilîzin û lensên wan biguherînin.
Nguyen sala 2014’an dest bi çêkirina van berhemên xwe kiriye û dibêje, “Her kes nikare zû bi zû bibe xwediyê koleksiyona kamerayên kevnar, entîke.
Ez bi vî awayî dikim ku xelk bibe xwediyê kamerayên entîke.”
Nguyen, ji bo her modeleke kamerayê rojê 4 rojan dixebite û rojekê jî li ber montaja wan dide. Li gorî sîparîşan, modelê diyar dike û bi vî awayî dest bi karê xwe dike heta ku berhemên xwe temam dike.
HANOI