Jiyannamey Xusrew Sefayî (Kak Qubad)

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 6 Çile 2024 - 06:30

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan(205)

Nûnîsî Baqir Murtezewî 29-î Awrîl 2020

Xusrew Sefayî le salî 1314-î hetawî (1935) le nêw binemaleyekî çînî nawerrast le şarî Sîmnan hate dinyawe. Her pazde salî temen bû ke legel sazmanî cewananî Hîzbî Tûde kewt û zor zû bû be yekêk le kadre helkewtûwekanî ew teşkîlate.

Be tundtirbûnî dîktatorî Xusrew, le salî 1337 (1958) bo dirêjedan be xwêndin çûwe Îtaliya û le zankoy mê'marî nawnûsî kird. Le katî çûnî Xusrew bo Îtaliya, likî konfêdrasyonî qutabîyan û xwêndkaranî Iranî lewênderê le seretay çalakîyekanî dabû. Sefayî le maweyekî kurt da bû be yekêk le endame çalakekanî Konfêdrasyon û yekêk le rêberanî fêdrasyonî xwêndkaranî Iranî bû le Îtaliya.

Ew cewananey ke de wan salan da bo xwêndin dehatne derewey wilat, bizûtnewî xomalî kirdinî sin'atî newtyan le bîr bû û hawkat legel bexo dahatinî mekoy xoragirî le nawxoy wilat, le henderanîş xwêndkaran kem kem alay xebat be dijî rêjîmî kodetayan heldekird, serkewtinî şorişî Kûba û Elcezayir ke be xebatî çekdarane serkewtibûn, tîn û gurî şorişgêraney cewane Iranîyekanî wek Xusrew Sefayî ke le rîzekanî konfêdrasyon da xoyan rêk xistibû, degeşandewe. Ew waq'îyete taley ke rêberanî Hîzbî Tûdey Iran be gwênedan be alugorekanî Iran û cîhan û gwêrayelî le fermanekanî şûrewî amade nebûn, rêbaz û heley xoyan le rabirdûwewe bigorin û çakî kenewe, ew waq'îyete tale heta dehat bo endaman û layengiranî Hîzbî Tûde wek Xusrew Sefayî ziyatir rûn debûwewe ke ew rêberane be dûy şorişkirdin da nîn. Xusrew û yaranî le duway bas û gengeşey dûr û dirêj çûne pay damezrandinî Sazmanî Inqîlabî û ew yekêk le damezrêneran û pêşenganî ew hengawe girînge bû. Xusrew le kongrey yekemî Sazmanî Inqîlabî ke le salî 1343 (1964) le Albanî pêk hat, beşdarî kird û duwaye le payîzî salî 1346 (1967) bo perwerdey Marksîzm û aşna bûn legel ramanî Mao TsêTung legel heyetêk çû bo Cimhûrî Gelî Çîn.

Xusrew ew serdemey ke le Rom dejîa, legel sefîrî Iraq lew wilate ke Kurd û le endamanî Partî Dêmokratî Kurdistanî Iraq ser be rêbazî Ibrahîm Ehmed - Celal Talebanî bû [mebest Teha Miheydîn Me'rûf e, amadekar], aşnayî peyda kird. Katêk le salî 46- 47 [1967 – 1968] bizûtneweyekî çekdarane le Kurdistanî Iran le gorê dabû, Sazmanî Inîlabî biryarî da jimareyek le endamanî xoy bo pêwendî legel rêberanî bizûtnewey çekdarane binêrête nawçe û ew kareş tenê be xakî Iraq da delwa. Boye Sefayî pêwendî be sefîrî Iraqewe kird le Îtaliya û bo wergirtinî vîza û tedarekî seferî xoy û hawrêyanî daway yarmetî lê kird. Ewan be yarmetî sefîrî Iraq, çûne Kurdistanî 'Iraq. Û koşişêkî zorîan kird bo rêkxistinî xebatî çekdarane.

Sefayî duway şikanî bizûtnewey Şerîfzade-Mu'înî –mela Aware le Kurdistan gerawe Urûpa û be pêy biryarî sazman, legel heyetêk le endamanî sazman çûne Şêx nişînekanî kendawî Fars ta lewêwe çûnewey endamanî Sazmanî Înqîlabî bo nawxoy wilat rêk bixen. Xusrewe le salî -1350 -1351 (1971-1972) le Şêx nişînekanî kendawî Fars le naw kirêkaranî Iranî da jîya û akamî ewe dengdan û rakêşanî jimareyek lew kirêkarane berew sazmanekey bû, Xusrew duwacar bo dirêjedan be xebat le salî 1972 çûwewe naw xakî Iran u14-î Banemerî 1355 (4-î Mey 1976) gîra û le jêr eşkence da kûjra. Hêndêk gêranewe delên ew eşkencane le jêr çawedêrî Sîrûsî Nehawendî da kiran.

Yek le taybetmendîyekanî Xusrew ewe bû ke le rûdawî here cîdî da qet layenî şoxî û webîrhênanewey karubarî rojaney jiyanî le bîr ne dekird. Ew le tuwanay da bû ke le xiraptirîn wez' da şitêk le ser helsukewtî xoy û xelkî dî bibînêtewe û be qisey xoş û nukte le dilerawkêy dewruberî kem bikatewe. Ême mergman de xomanda perwerand bû belam ew jîyan û eme beriztirîn xesletî wî bû.

Legel rûxoşî û netirsî şorişgêrane Sefayî barîk bîn û bepirsyar bû xoy le dogmatîsm be dûr degirt. Renge yek le helkewtûtirîn xesletekanî Sefayî xemsarî bû bê le ast pile u payey hîzbî. Ew yek le damezrêneranî sazmanî Înqîlabî bû, qet hewlî neda bo geyiştin be piley berzî hîzbî, sererray ew hemû ezmûn û têgeyiştûyey ke heybû, xoy be pêşmergeyekî sadey erteşî şoriş dezanî û lew rêbazeş le neberdêk da ke be dijî rêjîmî şa berêwe deçû ta duwa henasey jiyanî xoragrî kird.

Dirêjey Heye...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.