Jiyaneke dûrî şer

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 10 Hezîran 2021 - 06:02

  • Hevjîna Franz, Fani bi her awayî li gel wî ye. Beriya Franz were îdamkirin, ew diçe Berlînê û hevjînê xwe cara dawî dibîne. Jê re dibêje, “Ez ji te pirr hez dikim û weke her car îro jî fikrên te dipejirînim û piştgiriyê didim te” û bi vî awayî xatir jê dixwaze.

ARDÎN DÎREN

 

“Me digot em ê hêlîna xwe li ciyên bilind çêkin, li ser serê daran. Weke çûkan em ê bifiriyana, li serê çiyayan...”

Tarrence Malick bi filma xwe ya bi navê “A Hidden Life” (Jiyaneke Veşartî) berê me dide gundekî Awusturyayê û çîrokeke bi rastî bi dîmenên wek helbestê ji me re dibêje û filmeke bê qisûr vedihûne. Rexneyên li filmê ew bûn ku film zêde dirêj e, lê bi ya min film her çiqasî dirêj be jî bi şêwaza xwe ya helbestkî xwe dide temaşekirinê û mirovan qet aciz nake, berovajî vê yekê, heya dawiya filmê jî mirov ji dîmenên filmê yên weke helbestê diherikin, têr nabe. Jixwe, rexneya "film dirêj e" yan jî "kin e", divê nebe pîvana filmekê li gorî min, a girîng ew e ka bi zimanê sînemayê çîrok çawa aniye ziman. Divê em bi vî çavî nêzî filmekê bibin û binirxînin beriya em bi dema filmê re mijûl bibin. Her wiha Terrence Malick jî ne derhênerekî wisa ye ku beredayî filmekê dirêj bike û temaşevanên xwe belesebeb aciz bike û ji sînemayê sar bike. 

Nameyên Franz û Fani yên helbestî

Heger em li filmê vegerin, filma “Jiyana Veşartî” li ser çîroka cotkarekî bawermend ê Awusturyayî ye. Franz Jagerstatter ê cotkar li hember bîrdoziya Nazîyan a ku mirovan belesebeb dikuje, serî radike û naxwaze biçe leşkeriyê. Li gorî baweriya Franz, çûyina leşkeriyê û kuştina mirovan guneh e. Ew bi vê bawerî û nihêrîna xwe heya dawiyê diçe û ji ya xwe nayê xwarê. Film bêhtir li ser nameyan dimeşe; nameyên ku di navbera Franz û hevjîna wî de yên ku di nav xwezayê de wek helbestê difûrin û her wiha di filmê de nîqaşa li ser bawerî û oldariyê jî berbiçav e. Belê, oldariya ku di dema şer de bêdeng dimîne û nikare heq û neheqiyê ji hev veqetîne û dibe hevparê şer û pêvçûnên qirêj.  

Rojên xweş û kêliyên bextewar

Di filmên berê yên Malick de jî mijarên xweza û baweriyê û her wiha dîmenên bi helbestê hatine hûnandin li peş bûn. Lê Malick, vê carê di ser xwe re ye û filmeke bi rêk û pêktir çêkiriye. Kadraj û dîmenên filmê çîrokê serketî dikin û dikin ku film bi nirxtir bibe. Mirov demeke dirêj ji bin tesîra dîmenên filmê dernakeve. Kamera dibe parçeyekî xwezayê û tim diherike bêyî ku temaşevanan aciz bike û ji mijarê dûr bixe. “Jiyana Veşartî” Jiyaneke wiha ye ku di nav senfoniya dîmenan de diherike, jiyana ku dişibe helbesteke bi tîn ya ku xwe li bin guhê hestên me dixe û hîsên me yên nepen hişyar dike. Muzîk, xweza û jiyaneke weke helbestê, rojên xweş û kêliyên bextewar. Filma “Jiyana Veşartî” bi vî awayî diherike ta ku leşkerên Hitler xwe digihînin gundê Franz. 

Li serê çiyayekî bilind gundekî piçûk

Film, bi dîmenên rast ên wê demê dest pê dike. Di dîmenan de dengê Hitler bilind dibe û ala Nazîzmê li ba dibe weke her car. Malick, dixwaze bi van dîmenan hestên me li hev bişidîne û me ber bi atmosfera Şerê Cîhanê yê Duyem ve bibe. Piştî herikandina van dîmenan ya bi çend kêliyan, ew bi carekê vî dîmenî dibire û temaşevan xwe li serê çiyayekî, li gundekî di nav xwezayê de dibînin.

Li jiyaneke nepen bifikirin, ji xirecira bajêr dûr, di nav dengê çûkan de. Franz li serê çiyayekî bilind û asê, li gundekî piçûk ê di nav xwezayê de bi zarokên xwe re, bê xem, bê kul û keser bextewar dijî. Bihar hatiye û her der xemiliye. Dengên sûlavan û naqosa dêrê ji dûr ve tên. Franz û hevjîna xwe di destan de tirpan û bi kêfxweşî giya didirûn. Rûyê wan bi ken e. Zarokên Franz li derûdora xaniyê wî dilîzin û şêniyên gund jî exlebê wan bi kêf in û ji hev re rêzê digirin. Ev mirov giş li ser serê çiyayan, di nav hewayeke paqij de hema bêje bi ewran re dijîn, ewqasî ku ciyê wan bilind û xweş e. Qeza û bela dûrî wan in, ew tenê bi karên xwe yê rojane re mijûl dibin û jiyaneke wan a ji rêzê heye. Xem û keserên wan yên mezin tine ne û ji xeynî kar û barên rojane, ew zêde serê xwe bi tiştekî din re jî naêşînin. Jiyan bi vî awayî diherike li vî gundê piçûk û bedew ê ku bi ewran re bûye yek û xwedî xwezayeke bêhempa ye. 

Ewrên reş bi ser gund ve digirin

Lê roj tê ev bextewarî difelişe û ewrên reş û tarî bi ser gund ve digirin. Salên 1940´î, Şerê Cîhanê yê Duyem dest pê kiriye. Bayê Nazîzmê gihiştiye gundên Awusturyayê jî. Bi pêşengiya Hitler Nazîzm li her derî belav bûye û mêran bi darê zorê dibin leşkeriyê da ku şer bikin. Wê demê kesên ku vedixwendin ji bo leşkeriyê, diviyabû sond bixwin ji bo Hitler û dilsoziiya xwe ji bo wî eşkere bikin. Pêşî Franz diçe leşkeriyê, lê li wir dibe şahidê kuştin û hovîtiya Nazîyan û ji şer sar dibe. Ji lewma jî gava cara duyemîn gazî Franz dikin ji bo şer, ew li hember vê yekê nerazîbûnê nîşan dide û naxwaze biçe şer. Franzê cotkar, vê yekê qebûl nake û dibêje, “Ez belesebeb kesekî nakujim, ev guneh e!” Ji bo vê bike, kes zorê li Franz nake, ji dilê wî wisa tê û ew vê biryarê bi serê xwe dide. Ew li dû dengê dilê xwe diçe, wijdan û baweriya wî nahêle ku biryareke din bide. Ew naxwaze qetla kesên bê guneh bixe stûyê xwe û kuştina mirovan şaş dibîne û xwe ji vê şaşîtiyê dûr dixe. Franz, cotkarekî bawermend e, ew bi rêk û pêk diçe dêrê û îbadeta xwe dike. Li gorî baweriya wî kuştina mirovan guneh e, ji lewre jî ew naxwaze here leşkeriyê û leşkeriyê red dike. Ew tenê diwaze bi malbata xwe re li gundê xwe bi awayekî bextewar bijî û bi karên cotkariyê re mijûl bibe. 

Îdamkirina Franz

Helbet wê demê biryareke bi vî rengî ne tiştekî hêsan bû û jê re wêrekî diviya. Xasma jî li hember bîrdoziya Nazîzmê kesî newêribû zû bi zû biryareke wiha bide. Lê Franz bawermendekî qenc e û li dijî kuştina mirovan e. Ji ber van sedeman, ew bi hêsanî vê biryarê dide û paşê jî tê dadgehkirin. Ji bo wê demê, dana biryareke bi vî rengî sûcekî mezin bû. Ji lewma, Franz tê girtin û dikeve hepsê. Piştî dadgehkirinê, cezayê îdamê lê tê birrîn û di encama vê biryarê de ew tê kuştin.

Beriya îdam bibe, polêsê Naziyan, Gestapo belgeyekê dide destê Franz da ku bibêje, min şaşîtî kiriye û poşman im. Lê Franz belgeya wan red dike. Gava hakim jê dipirsê, “Hûn ê xwe biparêzin?” ew wiha li hakim vedigerîne, “Ji bo ez tiştekî şaş nekim min çûyina şer red kir.” Franz tenê vê bersivê dide û wekî din jî zêde dirêj nake.

Fanî her hez ji Franz dike

Biryara reda şer û dadgehkirina Franz, dikin ku helwêsta gundiyan jî li hemberî wî û malbata wî biguhere. Ew bi carekê dibin dijminê wan. Şer dijminatiyê dixe nav mirovan û civak bi çavekî din li hev mêze dike. Tenê ne gundî, her wiha keşeyê gund jî xwe kerr dike û nikare ji Franz re bibe bersiv û pişta xwe dide Franz. Mixabin naqosên dêran wê demê ji bo şer lê dixin û gelek şer bi hevkariya olê birêve diçin. Ji lewma peyva ku keşe dibêje, “Naqosên dêran dihelînin da ku bikin top û gule” têkiliya di navbera şer û oldariyê de baş radixe ber çavan. Franz û malbata wî piştî vê biryara wan ya wijdanî wek “xayîn” tên binavkirin û bi lîncê re rû bi rû dimînin. Lê hevjîna wî Fani bi her awayî li gel wî ye û ji biryara wî re rêzê digire. Beriya Franz were îdamkirin ew diçe Berlînê û hevjînê xwe cara dawî dibîne. Fani, ji Franz re dibêje, “Ez ji te pirr hez dikim û weke her car îro jî fikrên te dipejirînim û piştgiriyê didim te” û bi vî awayî xatir jê dixwaze.

Li dawiya filmê em dengê Fani dibihîzin; “Franz, em ê li serê çiyayan dîsa rastî hev werin...”

Rêvebirê Festîvala Cannesê ji bo filma Jiyana Veşartî gotibû, “Filmeke li ser şer e lê ne filma şer e.” Jiyana Veşartî li gundekî piçûk ê dûrî bajêr, di nav xwezayê de hezkirina du kesan û rewşa malbatekê dibêje. Rast e, filmeke li ser şer e, lê di bingehê filmê de hezkirin, evîn, xweza, bawerî û wijdan heye û film ne filma şer e. Ji şer û pêvçûnan dûr e û bêhtir li ser rewşa malbatî, civakî û însanî sekiniye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.