Jina ciwan enerjiya rojê pêş dixe

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 14 Mijdar 2025 - 03:00

Jinên Kurd ên Başûrê Kurdistanê her tim hewl dane ku bi nîşandana şiyanên xwe di hemû warên pîşeyan de pêşengiyê bikin û ji bo vê armancê hemû astengiyên civakî yên kevneşopî şikandine. Her wiha tevî qeyrana aborî jî, jinên Başûrê Kurdistanê derfetên kar peyda dikin. Yek ji wan jineke ciwan ya ji Kerkûkê ya bi navê Awêze Esker (25) ya nişteciha Silêmaniyê ye. Awêze Esker di sala 2022’an de ji Zanîngeha Silêmaniyê derçûye û wekî endezyareke elektrîkê dixebite. Her wiha ji bo ciwanan di warê enerjiya nûjenkirî de waneyan dide, ku ev yek xizmeta jîngehê dike û hişyariya jinan di vî warî de zêde dike.

Têkildarî çîroka xwe ya serkeftî Awêze Esker got:“Navê min li koleja endazyariyê derket û bi gotinên civakê re rûbirû mam. Ji ber ku wan difikirî ku endezyarî ji bo jinan ne guncawe, ji ber ku pêwîstî bi aliyên wê yên teknîkî heye. Lê min bi israra xwe van astengiyan derbas kir. Tevî ku di vî warî de jinên pir jîr hene jî, lê civak nahêle ku jin xwe bispêrin xwe. Ji ber vê yekê rêjeya jinan di endezyariya elektrîkê de kême.” Bi nîşandana jêhatîbûn û heskirina xwe ya ji pîşeya xwe re, Awêze bi vekirina qursan di nav jinan de hişyariyê zêde dike. Her wiha wisa dike ku jin pir ji pîşeya xwe hez bikin da ku ew bikaribin di warê ew dixwazin de bixebitin, daku bikaribin baweriya xwe bi hêz û şiyanên xwe bînin. Di çandeke mêrsalar de,nêzîkatiyên ji xebitîna jinan re her tim qels û lewazin û ew baweriya xwe bi karê jinan naynin. Têkildarî vê yekê Awêze Esker got:“Ji ber ku dema ez xwendevan bûm mêr bêhtir berê xwe didin beşê endezyariyê, yên bi min re ji min mezintir bûn jî, lêbelê bi baweriya min a bi xwe, min karî nêrîna wan biguherim û rola jinan nîşanî wan bidim. Lewra divê jin tevî van hemû astengî û hişmendiya mêrsalar jî dev ji nîşandana hêz û şiyana xwe bernedin, bêtirs xebata xwe bidomînin.” Endazyar Awêze Esker projeyek nû pêşkêş dike û ew di wê baweriyê de ye ev yek ji projeyên xwe yên herî girîng yên wê ye û got:“Ev projeya min sîstema enerjiya rojê ya li navendên perwerdehiya pîşeyî yên li Silêmaniyê ye. Niha li dibistanên pîşeyî tê fêrkirin û armanca me ewe ku em li hemû dibistanên pîşeyî yên Kurdistanê bixwînin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.