Ji weşanên Neqş û Şilêrê du kitêbên Kurmancî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 31 Adar 2022 - 22:03

  • Weşanxaneya Neqş û Şilêr ên ku li Rojavayê Kurdistanê karê weşangeriyê dikin, du kitêbên nû yên lêkolînê bi Kurmancî çap kirin.

Weşanxaneya Neqş û Şilêr ên ku li Rojavayê Kurdistanê karê weşangeriyê dikin, du kitêbên nû yên lêkolînê bi Kurmancî çap kirin. Yek ji van kitêban “Ataturk di xeyalên nazîyan da” ya Stefan Ihrig e. Edîb Xalid ji Ingilîzî wergerandiye Kurdiya Kurmancî û Dilyar Hoşê jî edîtoriya kitêbê kiriye. Dîzayna bergê jî ji hêla Laleş Evdirehman ve hatiye sêwirandin.

Li hêla din jî Zozan Birko kitêba bi navê “Rêyeka nepêşbînkirî: Jinên ku şerê DAIŞê dikin” ya nivîskar Meredith Tax ku kitêbeke lêkolînê ye ji Ingilîzî wergerandiye Kurdiya Kurmancî. Edîtoriya kitêbê jî Emed Resûl kiriye û dîzayna bergên pirtûkê jî Serwer Mirad û Laleş Evdirehman bi hev re çêkirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.