Şêwrên ‘Manîfestoya Şaristaniyê’ dewam dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 00:41

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ya kantona Cizîrê, rojane şêwirên xwendinê yên li ser parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan, bi taybetî "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk - Sosyolojiya Azadiyê" bi rêxistin dike. Ev çalakî beşeke bernameya perwerdeya rewşenbîrî ye ku armanc dike têgihîştina siyasî ya endamên xwe bi pêş bixe û têgehên azadî, edalet û jiyana hevbeş bide fêmkirin.

Di vê çarçoveyê de 15 endamên meclisê nêzî mehekê ye rojane 3 saetan pirtûkê dixwînin û nîqaş dikin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zekiya Yûsif ku beşdarî xelkên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bûye ji ajansa me ANHA’yê re axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan dîroka rastîn a gelên herêmê ji nû ve nivîsand, têgehên civaka xwezayê nêrînekê pêşkêş dike ku li dijî kapîtalîzmê ye ku li ser îstîsmar û şer hatiye avakirin.

Zekiya Yûsif anî ziman ku xwendina pirtûkê alîkariya wan kiriye ku kokên krîza rewşenbîrî fêm bikin û tekez kir ku ramana Rêber Abdullah Ocalan rêyên têkoşînê li dijî zîhniyeta otorîter ronî dike.

Yek ji beşdaran Elaî Deham, daxwaznameyan wekî bangek pratîkî ji bo veguherandina hişmendiyê bo pratîka civakî nirxand. Deham dibîne ku ramanên rêber Abdullah Ocalan referansek rewşenbîrî ji bo berxwedana li dijî hegemonyayê û avakirina jiyaneke azad pêk tîne. Elaî Deham di dawiyê de wiha got: "Ev rûniştin gaveke pratîk in, ne tenê di rêya têkoşîna rewşenbîrî de, lê ji bo xurtkirina têgehên azadî û edaletê li hember zîhniyeta ku dixwaze civakan ji eslê wan ê şaristanî dûr bixe."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.