Weşanên Şilêr ku li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê hatiye vekirin û ev 8 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûrieyê xebatên xwe dimeşîne, amadekariyên vekirina pirtûkxaneyekê dike.
Li gorî agahiyên ku Endamê Rêveberiya Weşanên Şilêr Raman Hesê dan ji bo pirtûkxaneyê avahiyek hatiye sererastkirin. Di avahiyê de nivîsgeha weşanxaneyê, beşa xwendina bê deng, beşa xwendin û nîqaşkirinê, beşa zarokan û kafeterya heye.
Heskiriyên pirtûk û xwendinê, wê karibin li gorî daxwaza xwe li van beşan rûnin û pirtûkan bixwînin. Piraniya van beşan li ber temambûnê ne û dest bicîhkirina pirtûkan hatiye kirin.
Di pirtûkxaneyê de wê 6 hezar û 620 sernavên (mijar) pirtûkên wêjeyî, zanistî, zarok, felsefî, dîrokî, floklorî, bîranîn û zimannasî yên Weşanên Şilêr û weşanxaneyên li beşên din ên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bên bicihkirin. Di van mijaran hemûyan de wê li pirtûkxaneyê bi giştî 9 hezar pirtûk hebin.
Ji bilî pirtûkên bi zimanê Kurdî (Soranî, Zazakî û Kurmancî), wê pirtûkên bi Erebî, Suryanî, Ingilîzî, Tirkî, Farisî, Fransî û Almanî jî hebin.
Pirtûkxane wê ji saet 09.00 heta 23.00`an ji xwîneran re vekirî be.
15’ê Tebaxê tê vekirin
Raman Hesê da zanîn ku navê pirtûkxaneyê wekî Pirtûkxaneya Şilêr diyar kirine û wê roja 15’ê Tebaxê bi merasîmekê bê vekirin. Pirtûkxane wê bibe yek ji pirtûkxaneyên herî mezin a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê.
Li herêmê mezintirîn Pirtûkxane li bajarê Reqayê bi navê Pirtûkxaneya Niştimanî (El-Weteniya) ye û di 17 hezar sernavan de bi deh hezaran pirtûk hene. Li pey wê jî li bajarê Qamişlo Pirtûkxaneya Amara ya ku ji 7 hezar 270 pirtûkan pêk tê heye.
Weşanxaneya Şilêr sala 2017`an hatiye vekirin. Ji wê demê heta niha (2017-2025) 800 pirtûkên cuda weşandine. Weşanxaneyê îsal (2025) navê xwe wekî Weşanên Şilêr guhertiye.
ANHA/QAMIŞLO