Ji Kurdistanê vekişe!

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 02:16

Heyeta Aştiyê ji bo Parastina Kurdistanê: PKK û PDK divê lihevnekirinên xwe di nava xwe de çareser bikin. Meseleya esas a Tirkiyeyê ye û lazim e dewleta Tirk şer rawestîne, ji Başûrê Kurdistanê û temamê Kurdistanê vekişe.

ERKAN GULBAHÇE

 

Heyeta Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ê dagirkeriyê hevdîtinên xwe dewam dike. Ji endamên heyetê Yilmaz Pêşkevin Kaba got, di hevdîtinan de pêdiviya bi yekîtiya neteweyî derdikeve pêş.

Heyeta ji pîşe û miletên cihê ya 7 kesî ya Heyeta Aştiyê ji bo Parastina Kurdistanê, ji bo rawestandina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dike. Di heyetê de serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê Hafiz Ahmet Turhalli, siyasetvan Prof. Dr. Salar Basira, ji PKAN´ê (Platforma Kurdên Anatola Navîn) bijîşk Zeynep Binici, şêwirmend Ronak Azîz, ji Weqfa Linangan a Holandayê hunermend Glorioso Jun Saturay, Berdevkê Înternasyonala Pêşverû Daniel Kopp û çavdêrê siyasî û rojnamevan Yilmaz Pêşkevin Kaba hene. 

Heyet heta niha li Hewlêrê bi Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistan), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Tevgerra Gorran, Yekîtiya Nîştimanî Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re hevdîtinên xwe kirin. Hevdîtinên heyetê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Endamê heyetê Yilmaz Pêşkevin Kaba behsa hevdîtinan kir, bi giştî hevdîtin erênî nirxandin, da zanîn ku ew nikare kite bi kite behsa naveroka hevdîtinan hemûyan bike, lê di hevdîtinan de bi giştî pêdiviya yekîtiya neteweyî derketiye pêş.

Yekîtiya Neteweyî divê pêk bê anîn

Pêşkevin Kaba got, weke heyet daxwaza wan ew e ku êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê bê rawestin û hêzên dewleta Tirk ji Başûr derkevin. Yilmaz Pêşkevin Kaba da zanîn ku sê partiyên piçûk ên ku bi wan re hevdîtin kirine ew xweş pêşwazî kirine û “Gotin, ew destekê didin daxwazên me û siberojê ew amade ne li ser mijarê xebateke berferehtir bimeşînin.” Van partiyan her wiha daye zanîn ew hazir in dostên xwe yên ji miletên din jî bixin nava vî karî. Wan gotiye, ji bilî vê xebatê, ew amade ne di xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurd de jî cihê xwe bigirin. 

Ji bo Kurdistanê aştî 

Yilmaz Pêşkevin Kaba da zanîn ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin temamê partiyên li Parlamena Hewlêrê û wan xwe li Hewlêrê, li avahiya parlamenê xwe gihandiye pirraniya partiyan û hevdîtinên xwe kirine. Wî got, “Em bi koma Tevgera Gorran, ya YNK´ê û ya PDK´ê re jî rûniştin. Kurt jî be me hev dît. Me xwe da naskirin, me daxwazên xwe û tirsên xwe jî anîn ziman. Wan hem li me guhdarî kir û hem jî bersiva me da. Lê naveroka van her sê hevdîtinan, em hîna nikarin bi temamî eşkere bikin. Em ê hîna çend hevdîtinên din bikin. Piştî ku ew hevdîtin jî pêk hatin jixwe weke heyet em ê raya giştî li ser çawabûn û naveroka hevdîtinan agahdar bikin.”

Bila Tirkiye ji Başûr vekişe

Yilmaz Pêşkevin Kaba behsa çavdêriyên xwe yên li Başûr ên nava xelkê de jî kir û got, xelk êrişên dagirkeriyê bi ti awayî qebûl nake. Wî behsa Ewrûpiyên di nava heyetê de jî kir û got, “Ev hevalên me weke terorîst binavkirina PKK´ê li Ewrûpayê rûreş dikin. Di hevdîtinan de wan got, ew vê qebûl nakin. Wan got, PKK û PDK divê lihevnekirinên xwe di nava xwe de çareser bikin. Wan jî got, meseleya esas ya Tirkiyeyê ye û lazim e dewleta Tirk şer rawestîne. Wan xwest dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê û temamê Kurdistanê vekişe.”

Yek helwêsta neteweyî

Yilmaz Pêşkevin Kaba bang li xelkê Kurdistanê jî kir û got, “Miletê Kurd divê li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li berxwedanê derkeve. Heta niha tevahiya partiyên me bi wan re hevdîtin kir got, dermanê Kurdan yekîtî ye. Ji ber wê em bang dikin, çalakiyên xwe û hevdîtinên xwe dewam bikin. Biçin serdana dewlet û saziyên navneteweyî. BIla bibêjin, Kurd wê qebûl nekin bibin qurbanê siyaseta navneteweyî.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.