Ji Kurdistanê re kerr û kor û lal in

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Tîrmeh 2022 - 11:05

  • Divê mirov ji Weqfa Temayê bipirse, gelo nîjadperestiya we ji bo daran jî heye? Dema dar li Kurdistanê tên qirkirin, hûn çi dikin? Ji bo darên niha li Şirnexê tên qirkirin bangawazî li we jî hat kirin, çima hûn beramberî qirkirina daristanên Kurdistanê kerr û kor û lal in?

MIRAD BÎLGÎÇ

Tofanek rabû

Dibû ku jiyana em dizanin li wir biqediya Lê çûkek, di devê xwe de bi çiqlê darekê ve geriya

Ew dar ji bo Nûh û zindiyan hemûyan nîşana xelasiyê bû, nîşana dawama jiyanê bû

Îro tofanek rabe 

Dibe ku çiqlê dara ku mizgîniya xelasî û berdewamiya jiyanê ye 

Di nava van darên birrî de be ...

Li gorî baweriyan hemûyan dar di asta pîroziyê de û weke nîşaneya dawama zindîbûnê ye. Em îro dibînin ku yên xwe weke bawermendên “ji dil” dihesibînin, qirkirineke ku heta îro nehatiye dîtin, li ser darên warê Kurdan pêk tînin. Yên ku pisporên ekolojiyê ne jî yan bi bêdengiya xwe yan jî bi gotina ‘ne di sînorê me yê pisporiyê de ye’ vê qirkirinê erê dikin. Ji bo fêmkirin û pêşîgirtina li vê rewşê, divê em bi zelalî karibin pirsa “çima vê qirkirina hovane dikin û li hemberî vê qirkirinê çima ji xeynî hinek Kurdan bêdengiyeke li derveyî zanistê heye”, bibersivînin.

Piştî avabûna komara Tirkiyê, serdestan got, ev welat yê Tirkan e, tenê mafekî gelên ne Tirk li vî welatî heye: yan mirin yan jî koletî. Piştî vê, em dibînin ku hewl didin Kurdan qir bikin, Kurd jî bênavber li hemberî vê qirkirinê li ber xwe didin, serhildanan dikin. Di serhildanên Şex Seîd, Agirî û Dêrsimê de serdest dibînin ku Kurd li warê xwe ango di nav xwezaya erdnîgariya xwe de bextewar in. Lê ew vê yekê qebûl nakin û Kurdan ji xwezaya wan qut dikin. Em dema li raporên di dema van serhildanan de hatine amadekirin dinihêrin, em dibînin ku di raporan de bi zelalî tê gotin, dar û daristanên şên li çiyayan bi aveke coş re digihîjin hev, ev jî qadeke jiyanê ya xwezayî ava dike… Piştre hewldana xerakirina xwezayê, qirkirina daran, li her derê Kurdistanê avakirina bendavan, li çiyayên Kurdistanê hemûyan bicihkirina qereqolan bi rêk û pêk ji wê rojê ve dewam dike. Xerakirina gundan, şewitandin û talankirina daristanan, hiştina warên jiyanê di bin avên bendavan de, bombebarankirina çiyayan… ev hemû parçeyên vê pîlanê ne û bi awayekî sîstematîk tên kirin. Yanî pergal vê yekê dike. Hêla qirkirinê ya polîtîk û dîrokî xwe dispêre vê pêvajoyê. Nihêrîna kapîtalîstan ya derbarê xwezayê de wiha ye; em ê çiqas pere ji vî karî wergirin. Ji bo vê qirqirinê jî wan ji bo xwe şirîkên herêmê, neteweyî, û navteweyî peyda kirine û bi destê wan, vê qirkirinê dimeşînin. Em dibînin ku qirkirina daristanên li Şirnexê bi vê şirîkiyê pêk tê.
 
Nihêrîna ‘gol ziwa bibe 
masî nikarin bijîn’

Çiqas pêvajo bi vê plansaziyê û sîstematîk pêk were jî pîştî 2012’an, qirkirin digihîje asteke jortir. Di sala 2009’an de desthilatdarên Srî Lankayê li hemberî Pilingên Tamîlî di hêla leşkerî de got, me serketineke mayînde bi dest xist.

Peywirdarê Srî Lankayê di 2012’an de ji serokomarê Tirkiyê yê wê demê re got, hûn dixwazin serketineke mayînde bi dest bixin divê hûn modela Srî Lankayê bi kar bînin. Di vê modelê de tê gotin, ji bo serketineke leşkerî, divê despêkê warên ku jiyan lê heye, werin tinekirin. Divê ew war werin wê astê ku ti zinidiyek nikaribe di nav xwezayê de bimîne û bijî. 

Wan ev nihêrîna xwe ji ku digirt? Ji stratejiya kevin a mêhtingeran a bi gotina ‘ku tu golê ziwa bikî, masî nikarin tê de bijîn’ bi kurtî tê îfadekirin. Ez bawer dikim ku peywirdarên Tirkiyê bi wan keniyane, ji ber ku bi deh salan e tişta ku li Kurdistanê diqewime ji xwe ev e. Lê tişta ku bi deh salan e dikirin, lê nav lê nekiribûn weke doktirîneke navdewletî hatibû pêşkêşkirin û wan jî êdî kirinên xwe dikaribûn bispêrin vê doktirînê. Li gorî statîstîkan jî pirrcarî zêdebûna qirkirinên xwezayê em dikarin bi vê doktirînê re têkildar bikin. Zêdebûna çêkirina bendav û qereqolan, şewitandina daristanan (ku hê dîmen li pêş çavên me ne, bê çawa leşker bi sotemeniyê agir bi daristanan dixistin) derfetên debara xwe kirinê li herêmê nehiştin…  

Îro jî qirkirina darên li Şirnexê dewama vê helwêstê ye. Nizanim haya wan jê heye ku yên modela Srî Lankayê pêşkêşî cîhanê kirin, niha di çi rewşê de ne! Gelo haya wan jê heye ku bi helîkopterên leşkerî ji qesrên xwe reviyan.

Her wiha haya wan ji vê yekê tinebû ku xelk wê dawiya dawî van kesan di wê gola avê de bifetisîne. Beriya ku golê ziwa bikin û masiyan bikujin! 

Saziyên ekolojiyê xwe kerr dikin

Dema bi têgihiştina îro û bi çavê ekolojiyê em li mijarê binihêrin, dar û daristan hêmaneke sereke ya pergala jiyana xwezayî ne. Hevsengiya avhewayê saz dikin, hewayê paqij dikin, pêşiyê li zêdebûn û kombûna qarbonê digirin, hevsengiya av û axê saz dikin, qelîte û berhemdariya avê zêde dikin, zerarên ku ji dengê zêde, xaz û bayê pêk tê, kêm dikin… û gelekên din. Ev çend fonksiyonên ku me nehsa wan kir jî têra fêmkirina girîngiya dar û daristanan ji bo pergala ekolojiyê dikin. Heke girîngiya dar û daristanan ya ji bo pergala ekolojiyê wiha zelal be, saziyên ku ji xwe re dibêjin em ji bo jiyaneke ekolojîk têdikoşin û rêzê ji xwezayê re digirin, çima li hemberî qirkirina daristanên li Kurdistanê wiha bêdeng in? Çima guh nadin bangawaziyan û xwe kerr dikin?!

Nijadperestiya beramberî daristanên Kurdistanê

Weqfa Temayê ya Tirkiye dibêje, ‘Daristan tenê ji daran pêk nayê. Ew pergaleke ekolojiyê ya giştî ye ji bo nebat û ajalan hemûyan. Ji ber vê, bi kîjan sedemê dibe bila bibe, qirkirina daristanekê ya bi temamî yan jî beşeke ji daristanê, tenê daran tine nake, pergala ekolojiyê bi temamî tine dike’. Weqfa Temayê rast dibêje. Tişta ku dibêje, kêm e, ne zêde ye. Lê divê ji Weqfa Temayê bê pirsîn, hûn vê pênaseyê tenê ji bo daristanên rojavayê Tirkiyê dikin yan ev pênase ji bo daristanên Kurdistanê jî lê ye? Gelo nîjadperestiya we ji bo daran jî heye? Dema dar li Kurdistanê tên qirkirin hûn çi dikin? Ji bo darên niha li Şirnexê tên qirkirin bangawazî li we jî hat kirin, çima hûn beramberî qirkirina daristanên Kurdistanê kerr û kor û lal in? 

Darên li Kurdistanê nabînin

Baroya Şirnexê bangawazî li Greenpeaceyê jî kiriye da ku li hemberî vê qirkirinê bêdeng nemîne. Hûn bi bersiva sosret ya Greenpeacê hesiyan ne wisa! Wê gotiye, ‘Ne di sînorê me yê pisporiyê de ye’. Ji bo li hemberî qirkirina daran mirov helwêstê nîşan bide, pisporiyeke zêde ne hewce ye, lê dema Greenpeace vê gotinê bibêje, divê mirov dirûtiya wan li ser û çavê wan bixe. Greenpeaceya ku dibêje, “ne di sînorê me yê pisporiyê de ye” beşeke ji xebatên wan ên girîng berfireh li ser qeyrana avhewayê ye. Di vê beşê de diyar dikin ka daristan ji bo pêşîgirtina li qeyrana avhewayê çiqas girîng in. Di heman demê de pêşniyaza qanûnên nûjenkirî ji bo warên daristanan dikin.

Em dema li rûpela Greenpeaceya Tirkiyê ya tora civakî dinihêrin, em dibînin ku sermijareke bi navê ‘rewşa dawî ya şewatên daristanan’ heye. Di binê vê sermijarê de em dibînin ku ji xeynî şewatên daristanên li Kurdistanê, hema bêje şewatên daristanên li Tirkiyê hemû ji nêz ve şopandine, tev li karê tefandinê bûne, rojev ava kirine. Tenê bi vê nemane, roj bi roj şewatên daristanên li rojavayê Tirkiyê tomar kirine. Her çiqas derbarê qirqirina daran de pisporiyek ne pewîst be jî, ji xebatên me li jor rêz kirin, diyar dibe ku pisporiya wan jî têra xwe di derheqê mijarê de heye. 

Kerem bikin werin Şirnexê

Ev bi tenê du mînakên sereke bûn ku me anî ziman, lê rewşa bi sedan dezgeh û saziyên ku xwe dispêrin desthilatdariyê ji van mînakan ne çêtir e. Hewl û sînorên wan ên pisporiyê biqasî cihê ku dewlet nîşan dide ye, wekî din ji wî sînorê wêdetir, ew kerr û kor û lal dibin. Hinek ji wan jî hene, eşkere dibêjin, heger dewletê kiribe, baş kiriye! Hê di hişê me de ye, dema çiya bombebaran dikirin, komeke ekolojiyê ya Tirkiyê gotibû; bombebarankirina çiyayan dibe sebeba xerabûna pergala ekolojiyê ya ku ji nû ve başbûna wê zehmet e, bi sedan komên ku ji xwe re dibêjin ekolojîparêz beriya desthilatdariyê êrişî vê koma ekolojiyê kirin. Îroj ew roj e ku em ekolojîparêzên rasteqîn û yên derewîn ji hev biqetînin. Êdî daxuyanî yan jî li ser tora civakî du gotin têrê nakin. Yên ku ji xwe re dibêjin, “em ekolojîparêz in”, divê em karibin bi zelalî ji wan re bêjin, kerem bikin werin Şirnexê. Werin êşa ekolojiyê bibînin da ku hûn karibin hewara xwezayê bibihîsin. 

Lê çima em welatê xwe naparêzin?

Hêleke din a vê mijarê jî heye ku derdê me yê giştî ye. Di rojeke wiha de jî dengekî giştî dernakeve. Pîvana welatparêzî û welatheziya sereke çi ye? Kesên ku xwe bi van navan pênase dikin, ji kerema xwe li gorî maneya navê xwe tevbigerin û peywira navê xwe bi cih bînin. Welat-parêz! daristanên welatê te qir dikin, kerem bike welatê xwe biparêze. Welat-hez! wan darên hatine qirkirin bi qamyonan li pêş çavên te ji welatê te dibin, kerem ke hezkirina xwe nîşan bide. Kesên mafê ajalan diparêzin, ew daristan mala ajalan in. Mala wan xera dikin tu li ku derê yî? Bi kurtasî em hemû li ser vê axê ango li vî welatî dijîn, lê îro jiyana me tê tinekirin. Li hemberî tinekirina jiyanê em çi dikin?

* Endamê Komeleya Ekolojiyê ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.