Ji HRE’yê derbên giran

În 23 Tebax 2024 - 02:45

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 13-17’ê Tebaxê bi daxuyaniyeke nivîskî agahî dan. HRE’yê da zanîn ku di çalakiyan de leşkerekî û 8 çeteyên dewleta Tirk dagirker hatine kuştin û 3 leşkerên Tirk û 9 çete jî birîndar bûne.

Hate gotin:“Li hember êriş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê, hêzên me li xeta Şêrewa, Mare û Babê çalakiyên bersivdayînê li dar xistin.” Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

13’ê Tebaxê de di çalakiya sekvanî ya li xeta Mareyê de çeteyekî dagirker hate kuştin.

14’ê Tebaxê baregehên dewleta Tirk a dagirker ên Mare û Babê bi çalakiyên taybet hatin hedefgirtin, di encamê de leşkerek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

16’ê Tebaxê de di çalakiya sekvanî ya li xeta Mareyê de çeteyekî dagirker hate kuştin.

17’ê Tebaxê li xeta Şêrewa çalakiyeke serdegirtinê hate lidarxistin. Li wir di destpêkê de hêzên me ketin nava çeperên dijmin, dagirkerên tê de kuştin û her wiha çeper  bi temamî hatin tinekirin. Dagirkerên ku xwest birevin û xwe di tunelan de veşartin jî hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 6 çeteyên dagirker hatin kuştin û 9 çeteyên dagirker jî birîndar bûn. Her wiha çekeke doçka jî hat tinekirin. Ji ser cenazeyên dijmin 2 çente, telefonek, saetek û her wiha belgeyên dagirkeran hatin desteserkirin.”

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.