Bi azadiya Rêbertiyê komplo têk diçe
Pêncşem 12 Sibat 2026 - 03:45

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji bo meşa li Strasbourgê ku wê di salvegera komploya 15'ê Sibatê de ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Rojava 14’ê Sibatê li Strasbourgê bê lidarxistin, banga 'tevlîbûna xurt' kir. Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL daxuyaniyek weşand û got:"Di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî de tê xwestin ku li ser xwîna gelê Rojava komplo bê nûkirin. Dixwazin sîstema civakiya demokratîk a ku ji bo bawerî û gelan bi pêşengiya jinên li Rojava hate afirandin ji holê bê rakirin, bi şerê ol-mezheb û neteweperestiyê gelên Rojhilata Navîn bixin nava dojehê. Bi berxwedana dîrokî ya gelê me destwerdana Rêber Apo re gefên li ser destketiyên gelê Kurd ên ji Rojava destpê kirin, vê gavê hate rawstandin. Lê belê rîsk dewam dike. Gelê me li welêt û derveyî welêt helwesta xwe ya berxwedêr û yekîtiya neteweyî nîşan da. Vê helwestê raxist pêş çavan ku bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn dîzayna nû nabe. Gelê Kurd ku di şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê de ji polîtîkayên berjewendiyê yên navneteweyî re kirin qurban, di ve pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de li hemû parçeyên Kurdistanê bi rêxistin e û xwedî paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo ye ku ji bo çareseriyê yekane alternatîf e. Li dijî şerê ku li ser gelên herêmê tê ferzkirin ji bo aqlekî çareserî û aştiyê bikeve dewrê divê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Metirsiya komkujiyê ya li ser gelê Rojava dewam dike. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê divê statuya Rojava bi rengekî qanûnî bê ewlekirin. Berpirsyarê vê jî ew hêzên navneteweyî ye ku rejîma Şamê ya selefî ava kirin. Di mijara misogerkirina qanûnî ya mafên gelê Kurd ê li Rojava de Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Yekîtiya Ewropa yekser xwedî berpirsyariyê ne. Sala 2026'an ku sala 27'emîn a komploya navneteweyî ye di serî de ji bo gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn hemûyan saleke stratejîk e ku wê çarenûsê diyar bike. Bi azadiya fîzîkî em dikarin komployê têk bibin. Ji bo bilindkirina têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê, ji bo 'Azadiya Rêber Apo, statuya Rojava', em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku 14'ê Sibatê bi xurtî beşdarî meş û mîtînga li Strasbourgê bibin."
Gelê Kurd wê xwe biparêze
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da. Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi rêya vê komployê hate xwestin, îrade û hêviya gelê Kurd bê şikandin û hate gotin:"Sal derbas bûn, hikûmet guherîn lê Kurdan dev ji doza xwe bernedan. Tevî gelek astengî, pêşîgirtin û konseptên îmha û tinekirinê, gelê Kurd çok dananî û nehişt komploger bi ser bikevin." KCÊ-E'yê diyar kir ku li cihê komploya li dijî Rêber Apo lê destpê kir, li erdnîgariya Sûriyeyê bi Şoreşa Rojava re ronahî, hêvî ji bo gelê herêmê hate afirandin û got:"Ev ronahî bû çavkaniya sûdwergirtinê ji bo mirovahiya pêşverû, bingeha azadiya jinê û demokratîkkirina mezheb û parastina pêkhateyan. Lê belê bi hesabê hêzên sermayedar û dagirker nehat." Di daxuyaniyê de êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hate bibîrxistin û hate ragihandin ku ev êrişên bi plana rejîma dewleta Tirk û bi destê komên ser bi hikumeta demkî ya Şamê hate kirin, bi erêkirina hêzên komploger pêk hatin û hate gotin:"Em dibînin armanca komploya yekemîn a 15'ê Sibata 1999'an bi amadekariyên komploya duyemîn re li ser gelê me tê ferzkirin. Di van herdu komployan de diyar dibe, dewletên navneteweyî û yên herêmî ji bo Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe tensiq bikin, bi siyasetek dûrî hemû pîvanên exlaqî û demokratîk tevdigerin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd li gel hêzên demokratîk ên enternasyonal bi dirûşma 'Kurdistan yek e, gelê Kurd yek e' bersiv da vê siyaseta înkar û tasfiyeyê.
Di daxuyaniyê de gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên li ser Şengal, Mexmûr û Qendîlê hate bibîrxistin, ku gotibû wê dor were wan herêman û hate gotin:"Gelê Kurd bi piştgiriya dostên xwe yên qedirbilind nirxên xwe, rûmeta xwe, destketiyên xwe weke doh îro jî li dijî êrişkar, komploger û dagirkeran biparêze." Di daxuyaniyê de ji bo meşa 14'ê Sibata 2026'an a li Strasbourgê banga tevlîbûnê hate kirin. Herwiha bang li wan dewlet û hêzan hate kirin ku fermana 3'ê Tebaxa 2014'an weke Qirkirin qebûl kiribûn, ku pêşî li qirkirineke gengaz a 75'emîn a li ser Êzidiyan û tevahiya gelê Kurd bigirin.
NAVENDA NÛÇEYAN















