OSMAN KAPAN
Em ji her biharê gulekê, ji her fêkî libekê, ji payîza pêşîn etfek tiriyê mezrone, ji zivistanê karçikên nav kayê, ji havînê zebeşê kaniyên zozanan bidizin û diyarî hezkiriyên xweyî herî dilpak bikin.
Emê li kêleka çepê dîwana dapîr û bapîran daynin bila ji me re çîrok, metelok û gotinên qedîm bêjin. Da em rêwîtiyekê bi raboriya xwe ve bikin. Xwe berdin dem û dewranên berê, bibin mêvanên çûyînên bi keder. Li serê Sîpanê bibin Xeca bê mirad, li ser Sibendê xurbetî bilorînin. Bibin nêçîrvanên pezkoviya, li ber bayê hênik evînên ku nemînin nîvco birêsin. Ji dara şiyabend tîr û kevan çêbikin, tenê li dilan bide, da êdî evîn sêwî nemînin…
Xwe ji wir berdin jêr, dîwanekê bigirin ligel Ehmedê Xanê. Bila ji me re bêje dem û dewranên berê, êşa bê welatî û evîinên nîvco mayî. Sancoya bê mîrektiyê, ji zarê wî guhdar bikin û jê re bêjin bê çawa nîv hasil bûye armanca wî. Bila ew bêje, em bibersivînin
“ Ger dê hebûya me îttifaqek
Vêkra bikira me inqiyadek
Rum û Ereb û Ecem temamî
Hemîya ji me re dikir xulamî…“
Belê şêxê min, gelek xeyalên te pêk hatin, lê mixabin hîn me çênekiriye îttifaqek. Lewra xayîntî kurm e, kurm darê diqewêre. Ev têr nake kurmên dagirker jî berdidine darê. Bila ev gilî û gazinda min be ji te re.
“ Safî şemirandî vexwarî Kurdî
Manede dure lîsanê Kurdî…“
Erê şêxê min, hîn jî dure lîsanê Kurdî, hîn jî bindest e. Lê hene nobedar, dilxwaz û paleyên zimanê Kurdî. Çep lêdidin rast dizîvirin, saz dikin hevokan û bi pêş dixin ligel pêkutî û qedexeyan. Wisa ne hêsan bû parastina zimanê Kurdî, bi xwîna keç û lawê teyî ciwan bû. Belê şêxê gotinê, pêkutî û qedexeya neyar bêminetiye. Lê ya dil diêşine ew e ku hin Kurd dûr dikevin ji zimanê kurdî. Bes bê xem be nobedar li nobetê ne, li çiyan, li gund û bajaran av didin baxê ziman.
“… Ger dê hebûya me jî xwedanek
Alîkeremek, latîfedanek…“
Ewê ku tu lê digeriyayî heye şêxê bê mirad çûyî. Pêncî sale têdikoşe ji bo xeyalên te û yên wekî te. Hem xwedî, hem letîfedane, xwe ji xwe afirand bû milyon. Gel rakir ser lingan, ziman zindî kir, xwebûna gel ava kir. Bû hêvî sînor çirandin, hêvî belav bû li gerdûnê, gelek kes li ber ronahî, fikir û ramana wî têdikoşin. Em bûne xwedî vîn. Êdî serî natewînin zarokên axa te û artêşên keç û lawên te. Li çarmedorê gerdûnê deng vedane, bûne siruş ji bo gelan. Xwe bigihîne Elî Herîrî, Baba Tahirê Uryan, Melayê Cizîrî, Feqiyê teyran û yên bi hesret çûyî. Xweziya te pêk hat û wê tam pêk werê. Ku te kom kirin li baxê bihişt, bi dengekî bilind û serfiraz gazî bike û bêje, min got, keç û lawên min, di bin rêberiya kurê Ûveyşa Ruhayî de pêk anî. Dîsa dubare bikim piştî çarsed û hinek sal:
“…Min dê elema kelamê mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve rûha Mlê Cizîrî
Pê hay bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqihê teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran…“
Bêje û hey bêje, ji me û nobedarên ziman û dergevanên çiyan jî silav ji we re…