Ji Burhan Sonmez yekem berhema bi Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 22 Sibat 2024 - 00:25

Nivîskar Burhan Sonmez ku bi berhemên xwe yên Tirkî dihat nasîn vê carê berê xwe da zimanê Kurdî û yekem berhema xwe ya bi Kurdî nivîsand.

Weşanxaneya Lîsê roman bi navê “Evîndarên Franz K.” a Burhan Sonmez çap kir. Pirtûkên Burhan Sonmez heta niha bi gelek zimanan hatine wergerandin. Her wiha wî di warê wêjeyê de çend xelatên navneteweyî jî girtine. 

Burhan Sonmez ji bilî nivîskariyê weke Serokê PENa Navneteweyî ya Cîhanê jî kar dike û dixebite.

Weşanên Lîsê romana “Evîndarên Franz K.” bi vî awayî dide nasîn;

“Burhan Sonmez bi romana xwe ya nû ‘Evîndarên Franz K.’ yekem car derdikeve pêş xwendeyên Kurdî. Serborîyên cihêreng ên kesayetên xwedî nasnameyên dureh, sûretên kevn û nû yên bajarên Stenbolê, Parîsê û Berlînê, çîrokên şer û qeyranên sîyasî û evîna Ferdy û Amalyayê tev li dora bûyereke kuştinê pêrgî hev dibin. Sonmez ji bergehên cuda evîndarîya ji bo Franz Kafka dinirxîne, paradoksa dilsozî û dostanİyê û azwerîya navdarî û nemirbûnê rûberî hev dike. ‘Evîndarên Franz K.’ çîroka xwe bi dîyalogan vedibêje û bi paratekstan jî dupat dike û bi vê taybetmendîya xwe jî azmûneke cihêreng a xwendinê pêşkêşî romana Kurdî dike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.