Ji ber endamên wan hatin girtin tevlî mîhrîcanê nebûn!

Nûçeyên Çand/Huner

În 28 Cotmeh 2022 - 21:03

  • “Şanoya Rad ya dê ji bajarê Ûrmiyeyê bihata peyameke bi deng ji me re şand û diyar kir ku ew ji ber girtina 2 endamên xwe nikarin tevlî mîhrîcanê bibin."

Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ku ev cara 8’an tê lidarxistin de, lîstika Şanoya Radê ya Ûrmiyeyê, ji ber girtina du endamên şanoyê hat betalkirin û wekî sînevîzyon hat pêşkêşkirin. 

Li gor bernameyê dê lîstikvanên Şanoya Rad jî tevlî festîvalê bibûna û lîstik derxistana ser dikê lê ji ber hatin girtin festîvalê mecbûr ma ku lîstika bi navê “Qabûza Mêrûyan”  weke sînevizyon nîşanî xelkê bide. 

Lîstikvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektarê jî beriya destpêkirina sînevîzyonê têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku Şanoya Rad, ji ber girtina 2 endamên xwe tevlî mîhrîcanê nebûye. 

Berfînê got ku komê peyameke bi deng ji wan re şandine û diyar kiriye ku dê nikaribin tevlî mîhrîcanê bibin û wiha axivî: “Şanoya Rad ya dê ji bajarê Ûrmiyeyê bihata peyameke bi deng ji me re şand û diyar kir ku ew ji ber girtina 2 endamên xwe nikarin tevlî mîhrîcanê bibin. Me jî peyamek ji wan re şand lê ji ber qutkirina înternetê bersiva me nedan. Em nizanin kîjan endamên wan hatine girtin û niha di çi rewşê de ne. Me jî biryar girt ku em lîstika wan wekî sînevîzyon bidin nîşandan.”

Lîstika ku bi sînevîzyonê hat pêşkêşkirin, behsa êşên li ser erdnîgariya Kurdan û bandora wan êşan a li ser malbatên Kurdan dike.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.