HRE: 24 dagirker hatin kuştin

Duşem 21 Cotmeh 2024 - 03:00

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kirine eşkere kir. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî namerdane li pêş çavên cîhanê  êrişên xwe tîne ser gelê me , rêveber û  pêşengên şoreşê dikin hedef. Li hemberê van êrişên heyî jî rêze çalakiyên me yê tolhildan û bersivdayînê  ji bo şehîdên me yên van demên dawî bi taybetî ji bo şehîd Zelal, Mazlûm, Diyar û Alaf, li xeta Bab, Mare, Ezaz, Şera û Şêrawa çêbûn. Di vê çarçoveyê de:

* 9’ê Îlonê li xeta Ezazê di çalakiyekî taybet de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.

* 10’ê Îlonê çalakiyeke serdegirtinê li xeta Babê li hemberî komên çeteyên dagirker hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çeteyên dagirker hatin kuştin û her wiha 4 çeteyên dagirker birîndar bû. Heman demê di vê çalakiyê de wesayîta doçka 23 barkirî hat tinekirin.

* 11’ê Îlonê li Xeta Şera di encama çalakiyekî taybet de leşkerekî Tirk ê dagirker hat kuştin û heman rojê li xeta Mare di çalakiya sekvanî de çeteyek hate kuştin.

* 17’ê Îlonê hêzên me çalakiyeke serdegirtinê li xeta Ezazê li hemberê komên çeteyên dagirker lidar xistin. Di vê çalakiyê de 5 çeteyên dagirker hat kuştin.

* 23’ê Îlonê li xeta Ezazê di çalakiya sekvanî de çeteyekî dagirker hat kuştin.

* 23’ê Îlonê li xeta Babê di çalakiyekî taybet de 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn.

* 7’ê Cotmehê li xeta Şera di çalakiya sekvanî de çeteyekî dagirker hat kuştin.

* 8’ê Cotmehê di çalakiyekî taybet a li xeta Babê de leşkerekî dewleta Tirk a dagirker hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

* 9’ê Cotmehê li xeta Mare di çalakiyekî taybet de 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn. Heman rojê li xeta Şêrawa hêzên me bi tîmên pispor ketin nava çeper û konên dagirkeran bê ku bi hêzên me bihesin li wir hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî bi awayekî bandor li dagirkeran xistin. Çeperên dagirkeran hatin tinekirin û çeka Doçka 12’ê Nîv hate tinekirin. Her wiha hevalên me çûn ser cenazeyên dagirkeran, çek û alavên li ser wan desteser dikin. Di encama vê çalakiyê de yek jê fermandarê bi navê Nadir Hesen çeteyên Feylaq El Şam bi giştî 9 dagirker hate kuştin û her wiha 3 çeteyên dagirker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de 2 Çekên AK-47, 6 şarjorên AK-47, mîqdarekî cebilxane, rextekî AK-47, Destêkê  HYTERA, flaş kart hatin desteserkirin. Di encama van çalakiyên hêzên me de; 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û 22 çeteyên dagirker hatin kuştin û her wiha 6 leşkerên dewleta Tirk û 7 çeteyên dagirker jî birîndar bûn."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.