HRE: 10 çete hatin kuştin
Çarşem 27 Mijdar 2024 - 01:55
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, çalakiyên wan ên bersivdayînê didomin. Di daxuyaniyê de têkildarî 3 çalakiyên dawîn ên HRE’yê ev agahî hatin dayîn:
22’ê Mijdarê li Xeta Ezazê hêzên me çalakiyeke sekvanî li darxistin, li wir çeteyek dagirker tê kuştin û her wiha li heman cihî dema dijmin dixwestin cenazeyê xwe werbigrin, bûn hedefa hêzên me û çeteyek din hate kuştin.
23’ê Mijdarê li xeta Şerayê di çalakiya sekvanî de çeteyekî dagirker hat kuştin.
23’yê Mijdarê hêzên me li xeta Ezazê çalakiya serdegirtinê li hemberê dagirkeran ji çend baskan ve li dar xist. Di vê çalakiyê de 7 dagirker hatin kuştin û 8 dagirker jî birîndar bûn. Dema dijmin xwest kuştî û birîndarên xwe rake, li vir li hêza teqwiyeyê ya çeteyan jî hate xistin. Hejmara kuştî û birîndarên li vir nehate zelal kirin. Wesayîteke doçkebarkirî jî hate tinekirin.’’
ANHA