HPG: Li Zapê dagirkerek hate cezakirin

Sêşem 17 Îlon 2024 - 15:17

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên wan çalakiyeke suîkastê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê kirine û ragihand dewleta Tirk a dagirker êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî didomîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derheqê çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên arteşa Tirk a dagirker ev agahî bi raya giştî re par ve kirin:
"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
15'ê Îlonê saet di 19:57'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
16'ê Îlonê saet di 17:40 û 17:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
15'ê Îlonê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar li dijî dagirkerên ku ketin nava liv û tevgerê çalakiya sûîqestê hate kirin, dagirkerek hate cezakirin.
17'ê Îlonê saet di 06:05'an li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin.
Li Herêma Xakurkê;
17'ê Îlonê saet di 06:30'î de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Li Herêma Metînayê;
15'ê Îlonê saet di 22:30'î de hêzên me dest li helîkopterên êrîşê werdan ku bombe li Qada Berxwedanê ya Dergelê dibarandin. Piştî destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
17'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tunelên me 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
15 û 17'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qaden Berxwedanê yên Girê Şehîd Hawar, Sinînê, Lolan û Berbizinê 6 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Kafya, Sîser, Şehîd Aslan 3 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Serê Metînayê 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
15'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf û Şehîd Şerîf 3 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Golka û Serê Metînayê 7 caran; bi giştî 10 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."
BEHDÎNAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.