Hostayê vegotina êşê Seydayê Cegerxwîn

Nûçeyên Dosye

Duşem 23 Cotmeh 2023 - 00:31

  • Bi helbestên destpêkê yê Cegerxwîn em xweşik li klasîka Kurdî vedigerin. Ew çend ku ne tenê bi formê lê her wiha bi naverokê jî bêhna serdema klasîk a wêjaya Kurdî ji wan tê.

SILÊMANÎ ZAXURANÎ

Di warê berdariyê de Cegerxwîn yek ji wêjevanê kurd ê herî berdar e. Heşt dîwan, pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke ziûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî û pirtûkên li ser folklora Kurdî jî nivîsînê û çap kirine. Bi kar û barê xwe û bi berhemên xwe Cegerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê de rolêkî gelekî mezin leyistiye. Mirov dikare wî mîna nîşaneke neteweyî bibîne.

Cegerxwîn, 1903’an li gundê Hesarê yê ser bi navçeya Kercosê ya ser bi Batmanê ji dayik bûye. Piştî ku ew hê zarok, dê û bavê wî rehmet kirin, xwîşka Cegerxwîn ew bire cem xwe. Dema yanzdeh salî bû, di destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, tevlî malbata xwîşka xwe binxet bû û çû Rojavayê. Ew li gundê Amîd ê ser bi Qamişloyê bi cih bû. Cegerxwîn, sala 1921’ê xwendina xwe ya medresê bi dawî kir û îcazeya melatiyê wergirt. Piştî vê yekê Cegerxwîn dest bi melatiya gundê Tell Şair kir û ji ber vê yekê jî navê Mele Şexmûs lê hate kirin.

Dema Cegerxwîn li gelek cihên başûr û rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya medrese didomand, wî êş û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dît û navê Cegerxwîn li xwe kir. Jiyana Kurdan ya zext û zor û zehmetiyên jiyana wî bi xwe, ew xistine nava nakokiyan, di hinavên wî de ava nakokiyan, ponijîna kûr dikeliya.

Cegerxwîn ji sala 1924´an û pê ve dest bi nivîsandina helbestan kir. Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê, bûn sedema wan berhemên wî yên ku bêhna berhemên wêjeya klasîka Kurd ji wan tê:

Cana xwe derîne tu ji pişta çeperê,
Perde tu hilîne, ku li min roj bê derê,
Şevreş bike ronî, tu bi loks û fenerê

Piştî têkçûna serhildana Şex Seîd, hestên neteweyî yên Cegerxwîn geş bûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûnê ya ku ji aliyê rewşenbîrên Kurd ên penaberî Sûriyê bûbûn, hatibû damezirandin. Dema 24 salî bû, dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawarê de:

Maçek ji du lêvan bide, ey lêv şekerê,
Ew e dermanê birînê û kul û derd û kederê ...

Wêjaya klasîk a Kurdî bandoreke mezin li berhemên destpêkê yê Seydayê Cegerxwîn kiriye. Bi taybetî jî Feqiyê Teyran, Meleya Cizîrî û Ehmedê Xanî ewçend tesîr li Cegerxwîn  kirine ku eşkere ji helbesta wî xuya dibe:

Di nav her êlekê yek axa ye xwînxwar,
Nebîrbir û bêhiş û xwendin û bêkar.
Gerçî wek Ristem û Guhderz û Êzdînşêr in,
Lê çi bikim ji hev re tev egîd û mêr in.
Rojekê bîr nabin ko destên hev bigirin,
Ji bona welatê xwe serbilind bimirin.
Çiqasî ew mêr in, hewqasî ew merd in;
Tev nandar û navdarên nejade kurd in.

Dema mirov rêzên jêr bixwîne, ne mumkîn e mirov li Ehmedê Xanî û beşa Mem û Zînê ya bi sernavê ‘Derdê Me’ nefikire: 

Tev nandar û navdarên nejade kurd in.
Ji wan re divê yek hozan û yek pispor,
Wan bigihînî hev bi xwendin û geh bi zor.
                                (Sewra Azadî)

Piştî demeke kurt Cegerxwîn berê xwe da civaka feodal û paşverû û li ser hizirî. Wî di helbestên xwe de bi tundî xwudkarên feodal û dînî rexne kirin. Li gorî wî sedema bêbextî û êşa karker û gundiyên Kurd ev hêz bûn û di heman demê de wan rê li azadî û serxwebûna gelê Kurd jî girtibû. Ronak kirina gelê Kurd der barê rewşa civakî û parvekirina hêzan de ji bo Cegerxwîn beriya her tiştî dihat, ji ber vê yekê jî helbestên Seydayê mezin di destpêkê de li hemberî hêzdarên dînî, şêx û melayan bûn:
...
Hawar dikim,
     Ranabî kes
         Şêx û mela
            Û pîr û qes
Bi xaç û xişt
     Û mizgevt û dêr
         Em xistine
              Tora neyêr. 
Hawar, hewar
      Hawar, hewar !
    Van çûçikan
             Dexlê me xwar. 

Sed camî û 
      Dêr û kenişt
    Naqos û bang
         Û tîr û xişt
Sed lek ji
     Tîpên Lemterew
    Bi kêr me nayên
           Tev derew.
                     (Dîwana 4'a Stockholm 1980)

Cegerxwîn êdî dev ji melatiyê berdide. Du gundan li derveyî sîstema feodal a heyî bi rê ve bibe, Cegerxwîn li Amûdê bi cih bû û li wir tevî hevalên xwe komeleya “Nadiya Ciwankurd” damezrand.  Ev komele piştî hat damezrandin bi demeke kurt ji aliyê hêza koloniyal a Franseyê ve hat qedexekirin. Cegerxwîn paşê di sala 1946’an de bû endamê Xoybûnê ku ji aliyê ronakbîrên Kurd ve yên penaberî Sûriyê bûbûn hatibû damezrandin. Navê Xoybûnê weke “Civata Azadî û Yekîtiya Kurdan” hat guherandin û rola wî jî di vê yekê de hebû. Lê piştî ku Cegerxwîn pêhisiya ev guherandina rêxistinê ji nav û wê de neçû, Cegerxwîn bi tevahî ji vê rêxistinê veqetiya û vê pêvajoyê bi xwe jî wiha tîne zimên: "Di wê çaxê de min baş nas kir ku çendan Xoybûn bi nav hatiye guhartin jî, lê hê peyayên wê bi hev ra girêdayî mane û destê xwe zû bi zû ji rojava bernadin. Dek û dolab û daxwazên malmezinan nayên guhartin. Gur in, lê xwe di nav postê berxikê de vedişêrin."

Vê yekê bandora xwe li helbestên wî jî kir û êdî ji bilî şêx û melayan, axa û beg jî bûn armanca tîrên rexneyên Cegerxwîn:

Begler û paşa û axa û rîspî û muxtar;
Xudanê Bircên belek, bax û rez û cot û robar.
Heryek bi dilxoşî û serfirazî û bê hoşî,
Li cihan dijîn bi vî terz awayî bê zar.
Qet kes li me zarokan pirsê nakê carek îro,
Herçendî em ji naçarî dikin qîrin û hawar.

                                     (Sêwra Azadî) 

Êdî Cegerxwîn ji nû ve di warê siyasî de çalak bû û vê carê mêyla wî bi ser fikr û hizra sosyalîst de bû. Newekheviya civakî ya di navbera karker û karbidestan; li Kurdistanê cotkar û rêncber li aliyekî û axa û xwedî erd li aliyekî, ev mêzîna ne wekhev awirên rewneyên wî dikişandin ser xwe. Sala 1949’an Seyda bi vî awayî bû endamê Partiya Komunîst a Sûriyê. Li ser vê ew yekem car di jiyana xwe de hate girtin û rastî êşkenceyê hat. Cegerxwîn endamê çalak ê Partiya Komunîst bû û serokê Komîteya Aştiyê ya herêma Cizîrê bû. Vê guherîna hizra Seydayê Cegerxwîn rengê xwe da helbesta wî jî:

Tu serbest bijî pir xweşe ev jiyan
Ne tenha ez û tu, belê tev cîhan
Tu serbest bibêje, tu serbest biger
Tu serbest bixwaze, tu serbest biner

Lê belê ji ber bandora îdeolojiya Baasê û şôvenîstiya endamên wê, Cegerxwîn ji Partiya Komunîst veqetiya û ji bo Rojavayê, Partiya Demokrasiya Pêşverû damezrand. Ji vir û şûn de Seyda ji nû ve berê awirên xwe da êş û azarên gelê Kurd:

Tu karê beg û şêx û axa dikî
Ji wanre li şax û li baxan dikî
Diçênî, çinîn û hilanîn li te
Dikolî û çandin û danîn li te
Diçêrênî, dotin, kelandin li te
Meyandin, kelandin, qelandin li te
Ji bo te dimênî dewê tevde av
Ji dijmin re karê te zêr û dirav
Dijî wek sewalan di koxên kevin
Tijî mar û mişkin, bi kevn û tevin
Di laşê wede cîgirê pençeşxwe
Tu çibkî bike ger bikarî bi xwe ?
Mehêle ziyana te bighê kesî
Di kar û xebatê bibe Markisî
Tu kara xwe pêşkêş bike bo hemî
Bira û mirovin hemî ademî
                  (Zend-Avista, 1981)

Cegerxwîn bi dil û can hewl dida piştgiriya têkoşîna azadiya gelê Kurd bike. Weke mînak di dema muxtariya sala 1961’ê de li başûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beşa Kurdiya Jorîn saz kir û ji bilî vê wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de bername amade dikir. Ji sala 1959’an heta sala 1963’an Cegerxwîn li Bexdayê dima. Ji bilî helbestên siyasî (neteweyî û sosyalîst) wî helbestên li ser evînê jî dinivîsîn, ku pirê caran êş û jana evînê tanîn ziman,  behsa xweşî û şahiya evînê jî dikir. Yek ji helbestên wî yên bi vî rengî yên herî navdar jî “Gulfiroş” e:

Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî
Pir gelek şabûm, gul bi dil didî, 
gul bi dil didî

Hebûme yek dil tev jan û kul bû
Nebûme bawer, gul bi dil didî, 
gul bi dil didî

Me kir bazar go ser bi ser nadim
Ê gulperest bî can û dil didî, 
can û dil didî

Min go kî didî can û dil bi gul
Go ev bazare, kul bi dil didî, 
kul bi dil didî

Min can û dil da, dil kêriye qêrîn
Go ho Cegerxwîn dil bi gul didî, 
dil bi gul didî

Helbestên Seydayê Cegerxwîn ên pirralî, weke helbesta li jor ji aliyê gelek stranbêj û hunermendên Kurd ve weke stran hatine gotin. Jixwe helbesta Cegerxwîn “Kîme ez” bi dengê Şivan li seranserê Kurdistanê deng veda.  
Ji bo Seyda, zimanê Kurdî gelekî muhim e,  û wî ji bo vê nexasim jî şîret li ciwanan dikirin û dixwest ew zimanê xwe baş fêr bibin, bixwînin û rêberiya gelê xwe bikin:

Vejêne zimanê xwe ey xwendevan,
Nebûye millet hîç kesek bê ziman
Zimanê me xwoş û xeroş û ciwan
Eger baş bizanî tu nakî ziyan
Tu kurmanciya xwe ji bîra nekî
Eger baş nizanî divê zêdekî
Elîfba û dîwan û ristan bixwîn
Heta ku wekî min nebî dil bi xwîn
Binêre zimanê te çend dewlemend
Li bajêr carek xwe bighêne gund
Bibêne çi şêrîne ev reng ziman
Çi payebilind û çi rûmetgiran
                   (Zend-Avista; 1981)

 Seyda ji Bexdayê vegeriya Rojavaya Kurdistanê, ji ber ku zextên dewleta Sûriyê zêde bûn neçar ma di navbera 1973 û 1975’an de li Libnanê bijî û Dîwana xwe ya “Kîme Ez” jî li vir weşand. Seydayê Cegerxwîn ê ku parabêtir a jiyana xwe li Qamişlo bihurand, neçar ma dev ji welatê xwe berde û biçe paytexta Swêdê Stockholmê. 22’ê Îlona sala 1984’an Seydayê Cegerxwîn li cihê lê mişext Stockholmê rehmet kir. Cenazeyê Cegerxwîn, piştî merasimeke bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên dildarê helbestên wî, li hewşa mala xwe ya li Qamişloyê hate veşartin.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.