Hevkariya dagirkeran nabe

Yekşem 1 Mijdar 2020 - 16:15

  • KNK´ê bi civata xwe ya giştî ya 20´an de peymana li ser Şengalê ya Hewlêr û Bexdayê red kir û got, ew hevkariya bi dagirkerên Kurdistanê re bi ti awayî qebûl nakin.

Civata Giştî ya 20’an a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi tevlîbûna siyasetvan, ronakbîr, rewşenbîr û hunermendên Kurd ên ji her dera dinyayê pêr bi rê ve çû. Ji ber şewba vîrusa koronayê kongre online bi rê ve çû. Ji xeynî endamên KNK’ê ji her çar parçeyên Kurdistanê nûnerên gelek partî, rêxistin û organîzasyon jî tevlî bûn.
Di kongreyê de ev tesbîtên li jêr hatin kirin: Dewleta Tirk niha weke parêzvanê hêzên tundraw ên Islamî jî tê naskirin. Li gel vê rewşê jî dewletên kurewî hem nedixwestin li Rojavayê Kurdistanê Kurd bi vîna xwe çareseriyên xwe pek bînin, hem jî berjewendiyên wan ên cuda hebûn. Ji ber vê yekê destûr dan siyaseta dagirkerî û mêhtingeriya dewleta Tirk a li dijî Kurd û Kurdistanê.

Bi tecrîdê gefan li Kurdan dixwe

Ji bo ku Kurdan û hêza tevgera azadiya Kurdistanê provoke bike û gefan lê bixwe, tecrîdê li dijî Rêbêr Abdullah Ocalan pêk tîne. Bi siyaseta tecrîta di nav tecrîtê de, dewlet vê  peyamê dide Kurdan: “Ez pirsgirêka Kurd ne bi hevdîtinê, lê wek bi Pîlana Islahat a Şerqê ya sala 1925’an, ez Kurdan qir bikim.”
Îran ji ber ku di nav qeyraneke aborî, siyasî, civakî û dîplomatîk de ye, nikare eniyeke nû yanî eniyeke şer li dijî Kurdan bi pêş bixe. Li ser navê xwe, dihêle dewleta Tirk erişî hêzên Kurd bike.
Qetilkirina kolberan îsal bi taybetî pirr zêde bû. Di heman demê de Îran zimanê Kurdî qedexe dike û mamostayên Kurd jî zîndanî dike. Rejîma Îranê jî, ji hêza Kurdan pirr ditirse. Ji bo ku Kurd bikarin bi rêyên siyasî û dîplomatîk zextê li ser rejîma Îranê zêdebikin, di navbera hêzên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê de pêwîstî bi tifaqa neteweyî heye.

Berxwedanê dijmin şikand

Başûrê Kurdistanê, deverek azadkirî û xwedî statûyek federal e. Çi dibe bila bibe divê ev desketî bê parastin û bê bipêşxistin. KNK, li ser parastina desketiyên Başûr hesas e. Em dixwazin ev destketî bikevin xizmeta Kurdistaniyan hemûyan. Lê ji rexneyan ne muaf e.
Sîstema aborî ya Başûr dibe sedemê wê ku hejmarek kêm gelek dewlemend dibin, pirraniya civakê jî feqîr dibe. Qeyrana aborî, dibe sedemê qeyranên civakî jî. Ev rewş di heman demê de dibe sedemê koçberiya xelkê ji Başûr. Di vî warî de dewleta Tirk bi çete û qaçaqçiyên girêdayî xwe, dixwaze Kurdistanê vala bike.
Li Heftenînê, ji nîvê meha Hezîranê ve, dewleta Tirk şerekî dijwar dimeşîne. Lê dewleta Tirk rastî berxwedaneke dijwar hat û li gel hevkarên xwe nekarî encamê bigire. Di nav gelê me de bi giştî li Başûr û bi taybetî li devera Behdînan, helwêsteke li dijî dagirkeriya dewleta Tirk heye. Mixabin hinek rayedarên siyaseta Başûr, hebûna dewleta Tirk ne wek dagirkerî, lê wek parastina berjewendiyên xwe yên teng dibînin.
Mînaka herî dawî lihevhatina li ser Şingalê ye. Ew tifaq, ji sedî sed li dijî berjewendiyên Kurdan e. Feyda wê ne ji bo Başûr ne jî ji bo Şingalê heye. Şingal xwedî erdnîgariyek stratejîk e û pira di navbera Başûr û Rojava de ye.
Dewleta Tirk niha di ser Şingalê re dixwaze Rojava dagir bike û bi wê jî projeya Tirkiyê ya mezin ya wîlayeta Mûsilê ya dema Osmaniyan pêk bîne.

Tehlûkeyeke nû li dijî Rojava

Rojavayê Kurdistanê li hember konseptên navneteweyî û herêmî berxwedana xwe didomîne. Hezên kurewi yên wek Emerîka û Rûsyayê Rojavayê Kurdistanê kirinê qada şerê berjewendiyên xwe. Lê li himber vê jî, siyaseta li rojavayê Kurdistanê di pêşxistina pergala xweserî de, di avakirina tifaqên dîplomatîk de, di bin hemû şert û mercan de, di avakirina dostaniyên di navbera gel û baweriyan de, di azadiya jinan de bi israr e.
Ev salek e rojavayê Kurdistanê ji bo yekîtiya navxweyî pevajoya lihevditinê heye. Welê xuya dike ku pîlaneke nû li dijî Rojava heye. Dewleta Tirk gef û êrişên xwe zêde kirine.

Bê navber ji bo yekîtiya neteweyî

Di Cîhana îro de de guhertin zû çedibin. Diyar e, dewleta Tirk di konsepta xwe ya emperyal de bi israr e. Ew rastî, qeyrana wê ya aborî, civakî, siyasî û dîplomatîk zêde bike. Rewşa lewaz ya dewleta Tirk, derfetên girîng ji bo Kurdan çêdike. Heya Kurd bi hevbeşî wê rastiya dewleta Tirk analîz nekin. Îro mirov dikare bibêje, dostên dewleta Tirk pirr kêm bûne. Rewşa rejîma Îranê jî nebaş e û ji ya Tirkiyê xiraptir e. Di bin amborgoyeke giran de ye, qeyrana aborî her diçe girantir dibe. Gelên Îranê ne rehet in û guhertinê dixwazin.
Rewşa Kurdistanê û Cihanê ya ku li jor hatî analîzkirin, erk û wezîfeya me jî derdixe holê. Analîz û diyarkirina kêm û kurtiyan, têra me nakin. Di serî de ji bo yekîtiya neteweyî ku karê me yê bingehîn e, divê bênavber em bixebitin. Di vî warî de îmkan û derfet hene. Her weha em divê di asta cîhanê de xebatek xurt a dîplomatîk bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.