Li Îranê hezar û 365 kes hatine darvekirin

Pêncşem 13 Mijdar 2025 - 03:20

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Neşmîl Ebdî daneyên darvekirinê yên ji serê sala 2025'an heta niha parve kir û da zanîn ku di van 10 mehên dawî de hezar û 365 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

Rejîma Îslamî ya Îranê ku di 1979'an de piştî hilweşîna Hanedaniya Pehlewiyan li Îranê serwer bûye bi binpêkirinên mafên mirovan her roj di rojeva cîhanê de ye. Nemaze bi cezakirina darvekirinan di nava gelek dewlet, sazî û mirovan de weke “Rejîma Darvekirinê” jî tê pênasekirin û her sal li hezaran kes cezayê darvekirinê tê birîn. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku di sala 2016'an de li Norveçê hatiye avakirin û binpêkirinên mafên mirovan ên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên kirin tomar dike, herî dawî duh ji 6 girtîgehên cuda 8 kes hatine darvekirin.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Neşmîl Ebdî têkildarî darvekirin û rêbaza darizandinê ya Îranê axivî û daneya kesên hatine darvekirin parve kir.

Neşmîl Ebdî anî ziman ku piştî “Serhildana Jîna Mahsa Emînî” sepanên darvekirinê li Îran û rojhilatê Kurdistanê gelek zêde bûne. Neşmîl Ebdî daneyên darvekirinê yên ji serê sala 2025'an ve hatine tomarkirin parve kir û destnîşan kir ku ji serê salê heta niha hezar û 365 kes li rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin. Neşmîl Ebdî diyar kir ku di nava van kesan de 216 kes Kurd in û got: “ Her wiha 173 kes Lor, 125 kes Belûc û 125 kes jî Tirk in. Welatiyên Ereb û Gilekî jî hene ku hejmara wan di bin sed kesan de ye û 75 hemwelatiyên Afgan jî hatine darvekirin.”

Neşmîl Ebdî bal kişand ser hejmara jinên hatine darvekirin û da zanîn ku hejmara darvekirinan jinan zêde bûye. Neşmîl Ebdî bi lêv kir ku îsal li Îranê 43 jin hatine darvekirin.

Neşmîl Ebdî diyar kir ku ji ber xebatên siyasî û olî ji serê salê heta niha 42 kes hatine darvekirin ku ji van kesan 17 kes bi tometa “sîxûriyê” ya ji bo Îsraîlê hatine cezakirin. Neşmîl Ebdî destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê darvekirinê weke amûrekî siyasî bi kar tîne.

AW/WAN/BAZÎD EVREN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.