Hevgirtina civakî li pêş e

Şemî 7 Kanûn 2024 - 03:00

Bi deh hezaran koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê, bajarê Helebê û gundewarên Hemayê ku ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve hatin dagirkirin, gihaştin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber nebûna piştgiriya rêxistinên navneteweyî, dîmenên cuda derketin holê, ew dîmen yekrêziya welatiyan û bersiva wan a bilez a ji bo piştgiriya koçberan nîşan dide. Li kantona Reqayê, destpêşxeriyên takekesî yên cihêreng çêbûne. Gelek xwaringehan biryar da ku rojane xwarinê bê pere pêşkêşî malbatên koçber bikin. Her wiha mol û dikanan selikên xwarinê yên ku hewcedariyên bingehîn tê de hene, pêşkêş kirin. Bijîşkên bajêr jî ji bo dermankirina koçberan destpêşxeriyên tenduristiyê birêxistin kirin.

Eşîrên Ereban ên ku bi comerdiya xwe têne nasîn, li hember vê rewşê bê deng neman. Eşîra Inîza destpêşxeriyek da destpêkirin da ku piştgiriyê bide mirovên bi darê zorê koçber bûne û ji bo malbatên koçber li Tebqa û Reqayê kon vedan, her wiha cil, nivîn û xwarin jî peyda kirin.

Yekrêziya takekesî û civakî

Xelkê bajarê Qamişloyê hesteke bilind a mirovî ji bo koçberên bi darê zorê nîşan da. Komeleya Civakî ya Efrînê dest bi kampanyaya komkirina alîkariyê kir. Xelkê bajêr û xelkê Serêkaniyê yê bi darê zorê koçber bûne, beşdarî vê pêngavê bûn. Endamê Meclisa Giştî ya Komeleya Civakî ya Efrînê Îbrahîm Heftaro derbarê mijarê de got:“Rêveberiya Xweser ji bo koçberên li herêmên Tebqa û Reqayê erka xwe pêk tîne, em jî ji aliyê xwe ve li Cizîrê bi Rêveberiya Xweser re dixebitin.”

Heftaro got ew hewl didin barê koçberan sivik bikin û dema bigihêjin herêma Cizîrê alîkariya wan bikin. Şêniyên Qamişlo jî ji bo piştgiriya koçberan gelek xebatên takekesî dan destpêkirin. Hemdîn Nebî got:“Ev cara sêyemîn e ku gelê me yê Efrînê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker neçar dimînin ku axa xwe berdin. Çend malên min li Qamişloyê hene, ez ê wan amade bikim da ku xelkê me lê bi cih bibe.”

Nebî got piştgiriya koçberan erkeke nîştimanî ye û bang li her kesî kir ku malên xwe vekin û alîkariya koçberan bikin.

Şukrî Muslih Daqûrî jî 5 malên xwe yên li gundê Birîva yê Amûdê ji bo koçberan vekirîne got:"Malên me ji her kesî re vekirî ne û divê em pariyê nanê xwe bi wan re parve bikin, nabe wan li ber serma û birçîbûnê bihêlin.” Li gel destpêşxeriyên takekesî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo birêxistinkirina xebatên alîkariyê xebatên xwe dewam dike. Rêveberiyê bi rêya saziyên xwe pêşwaziya koçberan kir û li kantonên Tebqa, Reqa, Firat û Cizîrê bi cih kirin. Bi rêya komîteyên ku ava kirine, rêveberiyê bi hevkariya civakî hemû hêza xwe ji bo alîkariya koçberan seferber kiriye. Însiyatîf û destpêşxeriyên takekesî yên wekî vekirina malan, peydakirina xwarinê û dermankirina bêpere, bûne nîşana hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Xelk nimûneyeke hevgirtinê pêşkêş dike ku cudahiyê naxin navbera koçberan û niştecihên resen ên herêmê.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.